Çend hêvî, daxwaz û gotin ji siyasetmedaran

Mam Celal Telebanî:

Sersala we pîroz be! Bi hêviya ev sal bibe sala eloka, sala nû li hemû Kurdîstaniyan pîroz dikim. Xwedê Teala min ji go?tê eloka bêpar neke… Li her bajarekî Kurdistanê ez ê çewlikek eloka çêbikim û her ?evê di ?îvê de ez ê elokekê li inya xwe xim…

Kak Mesût Berzanî:

Sersala we pîroz be! Sala nû li Soranîaxêvan pîroz dikim! Hêvîdar im di sala nû de hemû Kurmancîaxêv ê Soranî fêr bibin û Kurmancî ji bîr bikin. Zimanê Kurdistana azad ê fermî soranî ye. Bila kes lingê xwe ranede û ji bilî soranî bi tu zimanên din xwe nexapînin. Herwiha ez ê navê hin sikak û kolanan biguherim û destûrê ji Îbrahîm Tatlises, Ferdî Teyfûr, Muslum Gurses û Orhan Gencebay bixwazim, da ku bi navê wan sikak û kolanên Kurdistanê bixemilînim.

Ahmet Neturk:

Sersala we pîroz be! Lê ji niha pê de kî kulmikan daw?îne min û pozê min bi?kîne yan xwîn bike, ez ê jî guhê wan jêbikim û zimanê wan hilqitînim û di qûna wan kim. Ji min gotin; ji bo birayên me yên tirk jî fêm bikin, benden soylemesi… Bijî Feodalîzma Demokratîk!

Osman Baydemir:

Bi daxwaza di sala nû de pa?navê xwe biguherim û bikim Hesinbeg, sala nû li we pîroz dikim. Di daxwiyaniyeke xwe de, min ji siyasetmedarên tirk re gotibû: “Ha sîktir!” Di sala nû de kî bê xatiriya min bike, li hember gelê xwe soz didim ku ji niha pê de, dê çêr û xeberên xwe jî bi Kurdî bidim. Kesên ku ji min fêm nekin jî, bila serî li wergêrekî/ê bidin û gotinên min wergerînin tirkî. Jixwe bi xêra TRT6ê her ji sê Kurdan yek bû pispor, wergêr û zimanzan li ser serê me…  

Selahattîn Demîrta?:

Sersala we pîroz be! Lê wek kek Osman Baydemîr, bibore, pa?navê xwe kiribû “Hesinbeg”, ne wisa? Ez  jî pa?navê xwe naguherim. Soz û peyman, ger xweseriya demokratîk pêk bê, ne bi tenê pa?navê xwe, ez ê nav û cilûbergên xwe jî biguherim. Lê ez xwe tazî nakim û xwe bera çolê nadim.

 

Sirri Sakik:

Sersala we pîroz be hevalno! Bi hêviya kêf, ?ahî, keçik û meçik, araq û maraq û ger û seyran û û û ji bo porê min joleyên biqalîte kêm nebe. Serê salê binê salê Xwedê ji dêvla siyasetê, ?ampuwan,  sabûn û jolê bike qismetê min û yarê… Sala nû di parlamentoyê de yek ji min xwe?iktir cilûbergan li xwe ke, yek ji min pirtir jole bi porê xwe bide, yek ji min karîzmatîktir tevbigere, dengê xwe nedin min û xelas…

Hasîp Kaplan:

Bi hêviya bi serbestî di parlamentoyê de bi wê Kurdiya ku nû hîn dibim, bipeyivim; sersala nû li hemû gelê min û parlamenteran pîroz be! Ji kerema xwe bila di dema axaftinê de parlamenter bi ser min de neyên. Jiber ku ti?tê ku dizanim jî ji bîr dikim. Tirk û Kurd bira ne, biratiya me jî bi jina ne û jinên me jî li serê me bela ne…

Tayîp Erdogan:

Sersala we pîroz dikim! În?alleh rojekê berî rojekê  zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî û min û partiya min jî ji vî ezabî xelas bike. Êdî di xewnên xwe de Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Celadet, Cegerxwîn, Osman Sebrî û tîpên Kurdî dibînim. Ew tîpên Kurdî dibin wek xencera Evdo Xencero û di min re dihere. Ez jî kurê camêra me wîî! Bi telaq êdî bes e!

Kemal Kiliçdaroglû:

Ez jî wek hevalên din sersala we pîroz dikim, lê ne Kurd im, ne jî tirk im; gelo çi me?  Sala nû min fêm bikira ez çi me û kî me, wê gelekî ba? bibaya.

Dewlet Bahçelî:

Sersala heçî kesên dikewtin û dizûrin pîroz dikim. Dewlet ne bê xwedî ye. Erdogan, Kiliçdaroglû û artê? têk herin jî, ez ê nehêlim li ser vê axê kes ji bilî tirkî bipeyive. Ya rast av çûye qûna me, ji gotinên xwe ez jî bawer nakim û ba? dizanim ku zimanê Kurdî pêl bi pêl bi ser me de tê û dîsa jî bi xemgînî dibêjim, em ê di nav vî pêlî de bifetisin…

Kamer Genç:

Ser sala we pîroz be! Ma qey bi zimanê pinpinîk û marmarokan dipeyivim, kes j imin fêm nake? Lê ji kerema xwe zêde najon ser min. Ez rebenê Xwedê bi tena serê xwe me. Ne serokekî min, ne partiyeke min û ne jî xwediyekî min heye. Dema bi tena serê xwe dimînim, çend hêsiran digindirînim ser gul û kulîlkan. Gelo ne ji gul û kulîlkan be, ez ê çi xweliyê li serê xwe kim? Tu kes nikare pozê xwe têxe nava min û kulîlkên min. Di sala nû de bi ?ev û roj, ez ê him bi hêsirên xwe, him bi mislixa xwe we av bidim…

 

Lotikxane:

Sersala nû li Kurdên ku xwedî li Kurdî derdikevin, pîroz be! Ne Elo û ne jî Welo, bijî zimanê Kurdî! Bijî Kurdistana azad û serbixwe! Kî bi kê vedide, kî bi kê ?a bibe, ji bo me lotikvanan ne pirsgirêk e. Heta hetayê em ê li pey doza xwe bin. Heta ku Kurdî di serî, mejî û dilan de çarmêlkî rûnê, em ê bi Kurdî bipeyivin, bixwînin, binivisînin, bifikirin, bikenin, bigrîn, hez bikin, rakevin û xewna bibînin.
Em ê li Kurdî xwedî derkevin, heta ku siyasetmedarên me bi Kurdî siyasetê bikin…
Em ê li Kurdî xwedî derkevin, heta ku hunermendên me fêrî Kurdî bibin…
Em ê li Kurdî xwedî derkevin, heta ku dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin, bi hev ?a bibin…
Em ê li Kurdî xwedî derkevin, heta ku zarokên me wek berê bi hev re bi Kurdî bilîzin…
Em ê li Kurdî xwedî derkevin, heta ku Tayîp Erdogan di xewnên xwe de bi Kurdî bipeyive…
Em ê li Kurdî xwedî derkevin, heta ku Kemal Kilaçdaroglu têbigihê ku ji pi?ta Kurdekî ye…
Em ê li Kurdî xwedî derkevin, heta ku Dewlet Bahçelî lêborînê ji Kurdan bixwaze û zimanê xwe ji bîr bike…
Em ê li Kurdî xwedî derkevin, heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê…
Û em ê li Kurdî xwedî derkevin, heta ku zimanê me bi rengên kesk, sor û zer bixemile…

Cîgirê Serokê Partiya Lotikxanê:
Farûqê Devliken

About The Author