Ez bi qurbana wilo cemaat bim!

Nivîskara femînîst Hîdayet ?efkatli Tuksal, di kanala „Haberturk“ de  behsa hebûna cemaatek îslamî kir û tofanek kesanedî rakir.

 Hîdayet ?efkatli Tuksal, mêrê xwe ji xwe berdide û dibêje: „Min bi rêya nasek xwe ew nas kir û min bi çavê serê xwe dît. Gava ez çûm mala jinikê, min keçek ciwan di mala wê de dît. Pi?tî pirsê, jinikê got „ew hewîya min e, min ji mêrê xwe re anîye“.

Hîdayet ?efkatli Tuksal, bi sê telaqên mêrberdanê sûnd dixwe û dibêje: „Pi?tî lêkolînê, min dît ku jinên wê cemaatê ji bo terbîye û perwerdeya nefsa xwe, keçên ciwan ji mêrên xwe re tînin, wan dikin hewîyên xwe û di heman xanî de dijîn. ?êxê vê cemaatê anîna keçên ciwan di cemaatê de kiriye adet, zilamê ku ne mêrê jinek ciwan be di vê cemaatê de tuneye“ û girêza devê min 5 metroyan herikand.

Peeekkkkkk, law ka ji cê cemaatê xwe?tir cemaat babam?

Cemaata ku jina meriv ji meriv re jinek ciwan bixwaze, bîne malê û bike hewîya xwe!

Wey ez bi qurbana wilo cemaat bim erê welle, wî!

Bi sê telaqan, bi serê Îsa û Mûsa kim, aniha ezê serî li cemaatê xim û bibim endamê vê cemaata jinhez, ihi!

Kuro vê heyamê kîjan jin bi qîm û riza dilê xwe jinek ciwan ji mêrê xwe re tîne û wê wek hewî tîne ser xwe law?

Nesekinin û vê fersendê nerevînin gelî sofî û melano, îro heye sibê tune ellawekîl…

Mû?

About The Author