2 çûn ma 1

Di serî de spasiya ba?çawî?ê Lotikxanê dikim ku serlêdana min ya endametiya rêveberiya Lotikleaksê qebûl kir. Bi vê xebera xwe?, ji kêfa ez sincirîme û mîna re?a?ê belgeyên ve?artî dire?ênim. Hemî ji bo ku bibim layiqî vê erka pîroz.

http://www.lotikxane.com/2010/12/3-fermandare-hunermendan-rotinda/

Em vegerin ser mijara xwe. LotikLeaksê hefteya borî 3.fermandarê hunermendan a?kere kiribû.

Di vê belgeya xwe de jî emê yê 2.a?kere dikin.

Belê, me gotibû ku heval RoTînDa, ku û  diberde ser hev, fermandarê sêyemîn e. Lê heval RoTînDa hema ba?-xerab xwe li Kurdî diqelibîne. Ew hina mê dike, hina nêr dike, dikeve bin hina, xwe tavêje ser hina. Lê dîsa jî ew li ber generalê xwe bawer bikin nîvalmayek Mehmûdî ye. Ji ber ku 2.fermandarê hemû artê?a hunermendan, -RoTînDa û Xêredînê ?aba?acî jî di nav de – can cegerim heval Misto ye.

Na na hevaller, ne Mistoyê Selanîkî ha?a ha?a. Ez qala Mistoyê Avare? dikim. Xwedanê simbêlên bor, mîna kebaba Hewlêrê. Simbêlre?o generalê ”Akademiya Hunerî ya Kurdistanê” ye. (xwezî bi rastî akademiyek wiha hebaya). Malxerabî ew e ku berpirsê hemû hunera me (xwedermankirin û xemilandina keç û qîzên Duhok û Qami?lo jî di nav de) rêheval Misto levza Kurdî nizane û jê we ye û yên RoTînDa du gotinên Swahîlî ne.

De vêca were û van simbêlan nede ber birrek û xenceran! Mirovekî ku jê we ye Da Vinci gotinek Frensî ye û tê wateya ava hinara, Mozart navê markeyek Koreyî ya wesayitan e, nota bi tîtîzî nivîsandina gotinên pîroz e û ?akiro ?eker pincarî ye, talîmatan dide hemû ”hunermendên Kurdistanî” da ku bikevin rêzê. Yê wek wî neke jî; „xayîndir, xwefro?tir, tir?ikçîdir, pereperesttir, durûdir, ilkel milliyetçidir….“.

Ya rebî tu li halê me bê rehmê!

Gelo vêga hûn texmîn dikin bê 1. fermandarê hunermendan kî ye. Hûn zanibin, nizanibin di nivîsa bê de LotikLeaks wî jî a?kere dike.

Xelefê Torî

Endamê rêveberiya Lotikleaksê

About The Author