Rexne û mewîjên Omerya

 Ez dizanim kî ji we li  vî wêneyî binere wê bêje gelo evana kî ne û çi dikin?
Hinek wê bêjin: Evana di xutba înê de nimêj dikin.
Hinek wê bêjin: Evana derketine dua baranê.
Hinek wê bêjin: Na lo, evana li ser cenazeyekî nimêj dikin.


Na ez bi serê we kim, ti?tên ku hûn difikirin ne hemi ne jî
Ev camêrana berpirsiyarên partî û Sazîyên  me, wek TZP Kurdî, KCD, BDP, HAK-PAR, KADEP, DOKH, Înîsiyatifa Dayikên A?tiyê, ÎHD, DYG, KESK, NÇM û xebatkarên Çapemeniya Azad in. Li meydana Deriyê Çiyê civîyane,

Ji bo astengiyên li pê?iya zimanê Kurdî rabin û Kurdî bibe zimanê perwerdê, kampanya îmzeyan didin destpêkirin û bi Kurdî daxwiyaniyekê didin çapemeniyê.

Niha hûn dibên „bi xwedê hetanî sibê em bifikiryana me tê dernedixist“.
Bawerbin heqê we heye!
Ji ber meriv ji hevkarî û tevxebata Kurdan ne hêvî û ne jî bawer dike.
Lê evaya ne henek e, rast e.
Hemi ti?t bi mirovan çêdibe, ger mirov bixwaze herti?t mumkun e.
Em wek Lotikxane hewl didin ku moralê we bilind bikin û bi henek û pêkenokan we hinekî kêfxwe? bikin. Car caran jî em serê derzîyê di hinekan radikin da ku bi xwe bihisin.
Derzîyên me wek seromê textora ne, meriv pê rihet dibin.
Rexneyên me wek mewîj û dimsê Omerya ?êrîn û xwezayî ne.

Ji bona hevkarî, tevxebatî û wê daxwazîya pîroz, em wan camêran pîroz dikin û daxwaza berdewamîya hevkarî û tevxebatê dikin. Xwezî bi wê rojê ku ev rêxistin û partîyên me di warê siyasî de jî bêm cem hev û di nav enîyek netewî de jî bi hev re lotikan bavêjin.
De destê Ristemê Zal li pi?ta we be.

About The Author