Dev ji tirîyê Omerya berda, dest bi cemeda Mara?ê kir

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêrê û malpera Avestakurd be, dibêjin bedewa Omerî, stranbêja germ û nerm, delala ber dilê xortên 18-50 salî, Rojîna me ya delal dest bi bazirganîya cemeda Mara?ê kiriye û ketiye nav karwanê bazirganîyê.

Li gora saloxdanên sîxurên Lotikleaksê, dibêjin heger Rojîna me dest biavêta bazirganîya tirî, dims û hejîran, belkî zêdetir pere qezenc bikira. Ji ber ku Omerya navenda tirî, dims, mewîj, hejîr û bastîqê ye, wê ji cemeda Mara?ê zêdetir fêde bigihanda Rojînê. Lê dîsa jî Rojîna me bi qîma xwe ye. Ji ber ku berî niha li Swêdê bi bazirganekî Mara?î re zewicî bû, dibe ku ji ber vê di bin bandora cemeda Mara?ê de mabe. Lê li gora ku Rojîna me ji mêrê xwe yê Mara?î xêr nedît û hevdu berdan, dibe ku xêrê ji cemeda Mara?ê jî nebîne û li tirî û mewîjên Omerya po?man bibe.

Dîsa li sex bextê cemedfiro?an be, dibêjin xwedêgiravî Rojîna me gotiye ku „ez nikarim xwe bi hunerê xwedî bikim, ji ber vê min dest avêtiye bazirganîyê“ filan û xeftan.

Lê çi dibe bela bibe, Rojîna me cemeda MADO yan QADO difro?e nafro?e ti?tekî din e, lê bazirganîya keç û jinên Kurd karekî pîroz û bi nirx e. Divê jinên Kurd jî têkevin qada bazirganîyê û wek jinên xelkê di qada bazirganîyê de jî xwedî gotin û helwest bin.

Lê ti?tê li zora min diçe çiye hûn zanin gelî lotikvanino?

Hikûmetekanî ba?ûrekan, ango kakacanên me, karin bi milyon dolaran bidin ?îrket, kesayet yan dezgehên Tirk, lê nikarin xwedî li çend hunermendên xwe derkevin, wan bê mecal dikin û destê alîkarîyê dirêjî wan nakin, ji hunermendên Kurdên bakur re butçeyekê venaqetînin ku karibin xwe pê xwedî bikin.  Heger hikûmeta ku navê „hikûmeta Kurdistanê“ li xwe kiriye nikaribe xwedî li hunermendên bakur derkeve (yan jî naxwaze li hunermendên Kurmanc xwedî derkeve), wê rebenê hunermendan çi bikin? Yan wê li sûk û bazaran hêkan bifro?in, yan wê di a?xaneyên xelkê de firaxan bi?on, yan wê bibin ?ofêrê teqsîyan û yan jî wê Kurdayetî li ber çavê wan re? bibe, dev ji her ti?tî berdin.  

Werhasilî kelam, cemeda MADO ya Mara?ê li Rojîna me pîroz û bimbarek be, xwedê bikim di karê xwe de bi ser keve û muhtacî Xelo û Celo nebe.

Ka em binerin, heger birastî pere di firotina cemedê de hebe û MADO bi ser ket, bi xêr û selamet emê jî sala bê dest bi firotina cemeda Omerya QADO bikin.

De ma xwedê û ?êx Evdilqadirê Geylanî…

Hewlêr

About The Author