PDK-Bakur lotikek avêt

Li ser bextê fitne û fesadên bakurê Kurdistanê be, li gora sîxurên Lotikleaksê radigihînin, dibêjin pi?tî çend salên bi teq û req, çend salên ku bi nakokî û pirsgirêkên ?exsî yên navxweyî derbas bûn,  pi?tî ku generalên PDK-Bakur partîya xwe PDK-B birin ber sêdarê û xwestin vê partîya qedîm û pîroz bi?eniqînin, pi?tî ku nakokîyên ?exsî qû? li partîyê qetand û bêrêzîyek mezin li himber Faîk Bûcak, Saîd Elçî û ?ehîdên vê partîyê hatin kirin, dibêjin piranîya endamên meclîsa partîyê destê xwe li masê xistine û gotine ÊDÎ BES E!

Her çiqasî nakokî û pirsgirêkên ?exsî hîna jî bela serê vê partîya qedîm in jî, lê dibêjin piranîya endamên meclîsa partîyê kongreya xwe ya 10. li dar xistine û lotikek avêtine. Wek tê zanîn, PDK-Bakur bûbû 2-3 parçe û herkesî digot „mîr û wezîr ez im babam“ û kesî serê xwe ji yê din re danedixist.  Berjewendî û nakokîyên ?exsî partî ji hev tar û mar kir. Hinek general bi kiryarên xwe  bûn sebeb ku hestîyên Faîk Bûcak, Saîd Elçî û ?ehîdên vê partîyê di gorê de bijenin. Bela kes dilê xwe negre, di parçekirin û têkbirina vê partîyê de temamê endamên meclîsa partîyê sûcdar in. Ji Xelo bigrin heta bi Celo, çi kesên ku ji bingeha 1965an tên û çi kesên ku ji bingeha 1992an tên, PDK-B kirin bi qurbana berjewendî û nakokîyên xwe yên ?exsî û heta bi ciyekî rûn li ser nanê dijmin kirin.

Axir, dibêjin kongra 10. bi insiyatîfa piranîya endamên meclîsa partîyê hatiye lidarxistin û rêveberîyek nû ketiye serê govendê. Xwedê bikim ev rêveberîya nû layiqî vê partîya qedîm be, neyê lîztika kesên ku dixwazin vê partîyê têk bibin, siyasetek maqûl û bi ?exsîyet bime?îne û dilê ?ehîdên vê partîyê ?ad bike.

Sofî Xelef

________________

Daxuyanîya PDK-Bakur

 

Ji bo raya gi?tî

Partiya me Partiya Demokrat a Kurdistan a Bakur, dawiya meha 12-ê 2010-ê kongreya xwe ya 10-ê, bi awayek serkeftî pêkanî. Eve demek dirêj bû ku ji bona sedemên navxweyî partiya me di dema pêwist de nekarî kongreya xwe pêk bîne. Komîta amadekirina kongreyê di nav hewldanek dijwar de bû. Di encam de dawiya meha 12-ê 2010-ê li Kurdistana Bakur kongreya partiyê civiya .

Di kongreyê de delegeyên ku nekarîn werin û amade bibin jî, bi nama dîtinên xwe û pi?giriya xwe ji bo kongrê dan kif?kirin. Pi?tî hatina cunta fa?îst a le?kerî ya sala 1980-ê, partiya me kongre û konferansên xwe hemi ji derê Kurdistana Bakur pêk anîbûn. Ev yek bi xwe jî bibû sedemek ku, partiya me ji rastiya welat dûr ketîbû. Lê vê carê li ser daxwazî û pê?niyarên endamên kongrê, komita amadekar biryar da ku kongreyê li Kurdistana Bakur li bingehê xebata partiyê bi xwe bicîvînin.

Pi?tî demekê li gel hindek astengan Komîta Amadekariya Kongreyê, karî mercên civîna kongreyê pêk bîne û kongra PDK- Bakur li Kurdistana Bakur bicivînin.

Di kongreyê de endamên kongre yên ji aliyê rêxistinan ve hatîn destnî?ankirin û yên din, ji % 80 amade bûn.  Be?ek endamên ku nekarîn amade bibin bi rêyek nivîsandî, rew?a xwe û sedemên ku nikarin amade bibin dan diyarkirin. Tevahî kongreya me amadebûna ji % 90 yên endaman civîna xwe pêkanî.

Kongre piranî li ser rew?a rêxistinî ya partiyê sekinî û ji bo serastkirina vê rew?ê hinek biryar dan . Herweha kongreyê biryar da ku , hêdî kongreyên partiyê di demên li peyrevê de hatîn kif?kirin de bicivin.

Di kongrê de hate e?kerekirin ku, di demên bûrî de, sedemek bingehîn yê nexwe?iyên di nav partiyê de binpêkirina peyrevê bûye. Divê pêwendiyên di nav organ û endamên partiyê de, li gora peyrevê bêne rêvebirin û herkesek rêzê li peyreva partiyê bigre.

Di nav partiyê de kesek û tu organek ne ji peyrev û rê û rêbaza partiyê girîngtir e û mezintir e. Divê peyrew li ser her ti?tekî re be.

Herweha di konreyê de hate diyarkirin ku, pêwendiyên li gel partiyên din yên Kurdistanê gelekî girîng in û divê ev pêwendî li ser bingehek rasteqînî û li gora berjewendî û destkeftiyên tevgera Kurd bêne berdewam kirin.

Guhertinên di vê pêvajoyê de li Bakurê Kurdistanê çêdibin û genge?eyên têne kirin dikare bibe sedemek bingehîn ku, zemînek demokratik li Tirkiyeû Kurdistana Bakur bête pêkanîn. Pêkanina zemînek demokratî çareseriya pirsa Kurd jî hesanîtir dike.

?erê li Kurdistanê heyî di jiyana civakî û siyasî de tehrîbatên mezin kirine. Hêdî ji bo destxistina mafên rewa yê netewê Kurd  ?erê çekdarî di vê pêvajoyê de ne çareseri ye. Çareserî di dayînû standinê de û bi rêya diyalogê tê dîtin.

Kurdistana Ba?ûr û pê?ketinên ku li Ba?ûr çêdibin, ji bo tevgera Kurdistanê bi tevayî destkeftiyên mezin in. Parastina van destkeftiyan erkek netewî ye. Taybetî siyaseta  ku serokê herêma Kurdistanê bi rêve dibe, pê?iya tevgera Kurd ronî dike.

Di vê pêvajoya ku, guhertina destûra bingehîn di rojeva siyaseta Tirkiye de tê genge?ekirin, helwestên partî û rêxistinên Kurdan gelekî girîng e. Di baweriya me de, çi guhertinên bêne kirin û çi gavên bêne avêtin ji bo pê?xistina demokrasiyê be û di berjewendiyên tevgera Kurd de be, divê bê merc  pi?girî bête kirin û ji bo van gavan di nav civatê de aktîv kar bê kirin.

Em wek partiya PDK di  vê pêvajoyê de girîngiyek mezin didin helwesta dezgehên sivîl yên Kurd û bawerin ku ew di civatê de bi van helwestan rolên xwe pêk tînin.

PDK wek her carî berjewendiyên tevgera Kurd li ser hemi ti?tekî re digire û kar û xebata xwe ya nûjen de nirxên demokratîk dide pê? û ji bo destkeftina mafên rewa yên gelên Kurdistanê xebatek hevbe? li gel hemi aliyên siyasî û civakî dike.

Bijî kongreya 10-ê ya PDK

Bijî xebata ji bo destkeftiyên rewa yên gelê Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur

PDK-Bakur

About The Author