Dîsa tilîyek avêt bin dûvê Kurdan

Paraztina destketinên başûrê Kurdistanê erka her Kurdê xwedî xîret û welatperwer e. Kesên ku van destketinan neparêze û di dema îro de şerê başûrê Kurdistanê û hikûmeta federal bike, divê meriv ji wî, ji tevgera wî û ji Kurdayetîya wî têkeve şik û gumanê. Ev destketina dîrokî ya ku ji alî sê dewletên dagîrker ve hatiye dorpêçkirin û her dewletek dixwaze wê bi dek û dolaban wê têk bibe, ji Kurdan re kabe ye, hec û dergehek pîroz e. Kurdên ku bi navê Kurdayetî û qaşo guhertinê bixwazin dest û tilîyên xwe têxin nava destketinên başûrê Kurdistanê, bixwazin wê têk bibin û xizmeta dijminên Kurd bikin, wê di dîroka Kurd û Kurdistanê de her rûreş bin, wê bi mohra nokerî û xayîntîyê bên mehkûmkirin.

Helbet dibe ku her tişt û kiryarên ku îro li başûr tên kirin ne bi dilê me bin, ne li gora daxwazên me bin. Lê Kurdan îro li başûrê Kurdistanê mewzîyek mezin bi dest xistiye, parçeyek ji Kurdistana mezin li ber azadkirinê ye, serxwebûna wê belkî ne dûr be û ev jî bi serê xwe dihêle ku Kurd mecbûr bin xwedî li başûrê Kurdistanê û hikûmeta wê derkevin.

Werhasil, Tevgera Goran ji roja ku derketiye û hetanî îro ji nanokî û serêşandinan pêve ji hikûmeta Kurdistanê re dernexistiye, dernaxe. Tu dibê qey ew ne yek ji wan kesan bû ku di şerê brakujîyê de rola sereke lîztibû. Tu dibê qey ne ew bû ku digot „Kerkûk ne girîng e, ji me re Bexda girîngtir e“.  Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, vê dawîyê dîsa lotikek dûrî aqilan avêt û îmze avêt bin helwestek provokatîf, helwestek dij Kurdayetî.

Li ser bextê fitne û fesadên nava Goranê be, piştî serhildanên li Tûnis û Misrê, dibêjin mêranî hatiye kakacan Newşîrwan Mistefa û bi daxuyanîyekê xwestiye ku Kurdên başûr jî dest bi zîtirkan bikin, serî hildin û hikûmeta başûr, dem û dezgehên ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin, serûbinê hev bikin û qaşo şoreşê li dar xin.  Bêyî ku nirx û pîrozîyên netewî bidin ber çav, Tevgera Goran çawa û bi çi daxwazê dixwaze hikûmeta ku bi hilbijartinê hatiye serî û di çavê dijminên gelê Kurd de wek strî û kelem e birûxîne, ciyê pirs û meraqê ye.  Madem hûn ji kiryarên hikûmetê ne razî ne canekem, wek ciwamêran li benda hilbijartinan rawestin, dîsa wek ciwamêran beşdarî hilbijartinan bibin û bi daxwazên xwe yên maqûl bibin namzetê hikûmetê, şerê xwe yê demokratîk û siyasî bikin.  Lê ev lotikên provokatîf û daxwazên ku hûn dixwazin Kurdên başûr jî wek Tûnis û Misrê serî hildin, hikûmetê birûxînin û kêfa dijminên gelê Kurd li me bînin, ji xizmeta dijmin pê ve nayê tu wateyê, ne di berjewendîya gelê Kurd de ye û heta bi astekê îxanete jî. Îxanet e ji ber ku têkçûna hikûmet û destketinên başûrê Kurdistanê, darbeyê li seranserê tevgera milletê Kurd dixe, Kurdan xeyalşikestî dike, parçeyek azad ji Kurdistana mezin têk dibe û rûn li ser nanê dijminên Kurd û Kurdistanê dike.

Piştî daxuyanîya Tevgera Goran (gelo ne tevgera têkbirina başûrê Kurdistanê be), ciyê şanazîyê ye ku temamê partî û dezgehên Kurdistanê li dijî vê lotika Goran derketin û ew şermezar kirin, lotika Goranê paşûpê lê vegerandin. Ciyê şanazîyê ku piranîya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ev lotika bergîlkî şermezar kirin û xwedî li hikûmet û destketinên başûr derketin.

Dîsa li ser bextê fitne û fesadên nava Goranê nê be, dibêjin kakacan Newşîrwan Mistefa ji kanala KNN re gotiye: „Çawa ku ji bo şareserkirina pirsgirêkên herêma Kurdistanê senaryoyên PDK û YNK hene, senaryoyên me jî hene. Em jî hêzek siyasî ne û di derbarê çareserkirina vê qrîzê de senaryoyên me yên taybet hene“ filan û fîstanekan.

Baş e kaka, ser çavan. Bela senaryoyên we jî hebin. Lê ma senaryoyên bi vê ecêbêş Senaryoyên ku xelkê Kurd bike dijminê hikûmeta Kurdistanêş Senaryoyên ku destketinên başûr têk bibin û di kesayetîya hikûmeta Kurdistanê de Kurdistana azad ji holê rakin? Ev çawa senaryo ne canekem? Ev senaryo li Hollywoodê, di flîmên sînemayê de jî nayên nivîsandin baba. Senaryoya rûxandina hikûmeta Kurdistanê û têkbirina Kurdistana azad!?

Kê ev senaryo ji we re nivîsandiye kaka?

 

Cemîl Cewher

Endamê rêveberîya Partî Demokratî Lotikxane

Hewlêr

About The Author