GIJNIJ

CORIANDRUM   SATÎVUM

 Gijnij hê?înhatek ji malbata bexdenozan ên gîyayî û yeksalane ye. Di bingehî de 2 cûreyên xwe hene. Çandinî (kedî) û kûvî (bejî). Hê?înhatek bêhn nexwe? e. Bejna wê 20- 80 cm bilind dibe. Belgên wê keskê vekirî û 3 pirt wek bexdenozan e. Kulîlkên wê di gupikên çîqan de dibi?kivin, 10-20 lib bi hev re sîvankekê pêk tînin, hêkane û sernûxûn in. Rengê kulîlkan spî û peyazî ne. Fêqîya wê girover, rengê wan re?, esmer an jî qahweyî ne. Ji gijnijê çayê, dermanên xweristî, ji rûnê bizrê wê ji bo tedawîyan aroma, bizrê wê jî wek baharat tê xebitandin bi Tirkî navê wê “kî?nî?” bi Almanî jî “korîandersaat” e. Lê hinek milet jî dibêjinê “bexdenoza Ereban”  an jî “bexdenoza Asyayîyan”.

 Welat û dîrok: Welatê gijnijê rojhilatê Derya Spî û Mezopotamya ye. Ji wir çûye Afrîqa ,Ewropa û pa?ê wan jî bi xwe re birîne Amerîqa. Dîroka wê gelek kevnar e, 6000 sal berî zayînê li Israîl, 5000 sal  B.Z li Kûrdistanê, li Misrê 1500 sal B.Z. bizrên wê yên ve?artî hatîne dîtin. Herweha Romayîyan û Yewnanîyan jî ew nas dikirin. 400 sal pi?tî zayînê li Çînê jî wek derman hatîye xebitandin. Sala 1066 li Brîtanya, di sedsala 15 an de li bakurê Ewropa belav bûye. Sedsala 17 an parfûm jê hatîye çêkirin, sala 1670 an jî çûye Amerîka. Niha kêm zêde li tevahîya dinyayê belav bûye. Ji bo derman, parfûm, alkol, baharat û xwarinan çandinîya wê tê kirin. Li hemi deverên Kurdistanê hê?în têt.  Kurdên me yên Êzidî derdorên erdên xwe gijnijê  diçînin da ku heywan zîyanan nedin parêzên wan. Ji ber ku bêhna wê ne xwe? e, dera lê bên çandin heywan xwe nîzîk nakin.

 Berhevkirin: Belgên wê biharan û havînan ji bo xwarinan û  seletan tên jêkirin. Bizrê wê ji meha Tebax heta Êlûnê her ku digehin tên jêkirin. Heyamekê di sîberê de tê hi?kkirin û daqutan (tê kutandin), bizrê wê jê tê derxistin û di firaqên cam de tê hilanîn. Pa?ê li gor hewcedarîyê tên qutan an jî hêran . Yên mayî jî ji bo rûn, ?ekirok , dermanên aromayî, alkol û hwd di?înin fabrîqan.

 Têdahî: Cûreyên rûnên sabit û firok, lînalol, monoterpen, hîdrokarbon, kafûr, geranîol, geranil asrtent, tanen, ni?aste, ?ekir û hwd .

 Kêrhatî: 1- Gazên rûvikan hiltîne û î?tahê vedke. 2- A?ikê bi hêz dike û hezmê hêsan dike. 3- Serê?ên ji hêrsbûnê tên dibire . 4- Tev li dermanên bawîbûnê dibe. 5- Xwestinên zayendî ( cinsî –seksî ) zêde dike. 6- Ketinên kincan sererast dike. 7- Zayînê hêsan dike û ?îrê dayîkê zêde dike. 8- Kulikên dev ba? dike. 9- Ji bo nexwe?îya behçet ?îfa ye. 10- Dil bi hêz dike, dilkutê û gêjbûnê (dewqçûnê ) aram dike. 11- Pê?îya îshalê (virikê) dibire. 12- Xisara xwarinên kevinbûyî kêm dike hwd.

 Rûnê gijnijê: Ji bo peçivîn, bêhezmî, kramp û bêi?tahîyê tê xebitandin.

 

Gotinên pisporan di derbarê  gijnijê de: 

 Prof. Dr. Îbrahîm Goçek  dibêje : “ Belavoka Komîsyona Ewropa ya monografî  Nr 178.  ku di 18.09.1986 an de belav bûye,  beyan dike ku “ bizrê gijnijê ji bo kêmhêzîya (bêmeferîya) givirandinê (mehandin- hezim ) û bê i?tahîye dikare bê bikaranîn. Rûnê wê ji bo aroma, werimîn (peçivîn), bêhezmî, kiramp û bêî?tahîyê tê xebitandin.

 Di lêkolînên ku li Newyorkê ji alîyê Prof. Dr. Omura û Dr. Klinkhart ve hatine kirin de, derketîye holê ku belgên gijnij ê yên taze,  heke di dev de bê cûtin an jî wek selete bête xwarin, wê hem kulikên dev bikewîne û hem jî  jahra madenên ku diranan pê  dadigirin (tijîkirin ) bikûje.

 Faydeyên gijnijê ji 3000 salan virde tê zanîn . Navê wê di tabletên  Sanskirît,  papîrîstên Misrîyan,  di Încîlê û di çîrokên 1001 ?evan de derbaz dibe. Taybetîya wê ya mikrobkujîyê heye, gaza a?ik û rûvikan diqulipîne. Bizrê wê tev li tir?îyan, sosîsan, xwarinên hevîrî, xwarinên go?t û bêgo?t dibe. Çaya wê jî tê çêkirin. Belgên wê tev li sosan, tir?ik û seletan dibe. Qurm û rehên wê jî wek dikak (zerzewat ) tê patin. Ji bo gellek nexwe?îyan bi fayde ye. Lê ji bo kesên ku arê?eyên wan yên asîta a?ikê heye qedexe ye (yasax e ).    

Bikaranîn: 1- Çaya bizrê gijnijê. 2- Baharat. 3- Selete û xwarin. 4- Rûn. 5- Kûra gijnijê. 6- Macûna bizrê gijnijê.

 1-  Çaya bizirê gijnijê:  Ji bo her qedehek ava kelandî kevçîyek ?êranî, gijnija nû heri?andî bikin nav û devgirtî 5-10 deqîqan di demê de bihêlin, rojê 3 caran berî xwarinê vexwin.

2-  Baharat: Hûn dikarîn bizirê gijnijê bikin nav tir?îyan. Her weha wek îsota sor û ya re? bikin nav ?orbe, ?ova, xwarinên go?y û bêgo?t, masî û hwd. Wek kuncîyan bi ser nan, paste, kade û hwd.werkin

3-  Selete û xwarin: Belgên gijnija taze wek bexdenozê bikin nav hemi xwarin, selete û sosan.

4-  Rûnê gijnijê:  Hûn dikarin 2- 3 dilopan bikin nav xwarinan an jî  2-3 dilopan bikin ser pirtek ?ekir, parîyek nan û bixwin. Ji bo peçivîn, zikê? û bêhezmîyê 3-5 dilopan berdin ser zikê zarowan û vemalin.

5-  Kûra gijnij ê: Ji bo nexwe?îya behçêt: 10 gr bizrê gijnija nû hêrandî bikin nav nîv lître avê û bila 5-6 deqîqan bikele. 7 rojan li pey hev spêdê û êvarî qedehek avê jê vexwin. Bi ?ev dema hûnê razên

 jî kevçîyek qahwê gijnija hêrandî di devê xwe de bigerînin. Heke hûn sê rojan li pey hev bizrê gijnij ê yan jî pelên wê yên taze di devê xwe de bicûn, hûnê ji arê?eyên kul û brînên dev bifilitin

6-  Macûna bizirê gijnijê: Kevçîyek ?êranî bizirê gijnija nû herandî û kevçîyek hingiv tevlihev bikin, spêdê û êvaran berî xwarinê bi 30 deqîqan bixwin.

About The Author