TIFIK PIFIK Û DEMOKRATÎK

 Memo hinek dînik bû, lê karê xwe jî zanîbû. Rojek bi qantira(hêstir) xwe çû daristanê ku êzingan bîne. Demsal zivistan bû, qefilî bû. Ji bo xwe germ bike çû ber derê mala jinebî Xecê. Mala Xecê li kenarê  gund bû.

Memo hema bê destûr barê qantira xwe anî xwarê û derbasî malê bû. Zemanê berê feqîrî hebû, di her malê de sobe tunebû. Pi?tî nan pêhtinê, xwe bi tenûrê germ dikirin. Bala xwe dayê waye Xecê li ser tenûrê rûni?tîye û lingê xwe bi tenûrê ve hejandîye. Memo jî bi lez hat li teni?ta Xecê lingê xwe kire tenûrê.

Berê lingê wan li hev ket, pa?ê li hev alîyan, suhbet di navbeyna wan de kûr û germ bû.

Memo got: “ Xecê, ezê ji  te ti?tanokek pirs bikim ku tu bizanibî ezê çengek mewîj bidim te. Lê ku tu nizanibî ezê binim te ”.

Xecê got: “ Erê tu pirs bike, pa?ê jî ezê ji  te pirs bikim.

Memo got: “ Ti?tek min heye vê hêlê tifik, hêla din  tifik, ortê de pifik, ev çiye?

Xecê bi zanatî bersivek ?a? da û ji Memo pirsî: “ Vê hêlê diwar, wê hêlê diwar, ortê de xîyar, ev çiye ?

Memo got: “ Were ez nî?anî te bikim çiye “.

Xecê ji xwe razî bû, Memo xiyarê xwe kire Xecêya jinebî û agirê wê vemirand werhasil.

Îcar hinek kes bi ti?tanokan me bi xwe re ka? û berka? dikin, ber bi “demokratik ulus” (demokratîk netew)ê ve dibin. Yanê, bi ayîn û oyinan (lîztikan) dixwazin bi çengek mewîj em dev ji Kurdeyatîyê berdin bibin “demokratik Tirk”.

Hay ji xwe hebin qurban, di dawîyê de xiyar jî heye haaa, nebêjin negotin !…

About The Author