Kilîlîlîlî!…Kî dixwaze bê xesandin?

Fla?????! Fla???????! Û Ji bo we dîsa Fla??????????????????!…

Ji bo kesên kîrtûj zagoneke nuh tê. Bi vê zagonê dixwazin rê li ber destavêtinê (tecawiz) bigirin. Heger kesên kîrtûj, kîrtûjiyan bikin, ew ê ji cercûra wan çend fî?ekan kêm bikin. Yanî bi dermên wê hormonên wan ên niyandinê qels bikin û hêdî hêdî pûç bikin…

Lê bi ya min ev pirsgirêk, ev bênamûsî bi dermên mermên nayê çareserkirin. Bi dermên ev bênamûs li ber xwe nakevin û ber ve narin; bêvila wan na?ewite. Û ne bawerim bandorê li tu kesan jî bike.

Ez li dijî vê rêbaz û zagonê me. Li hember van bênamûsan, ev zagon pirr nerm dimîne. Camêro wê dest bavêje yekê yan jî yekî, cirm jî; wê bi dermên kêmkirina fî?ekan be.

Wek mînak: Cercûra camêro çardederb be, bi dana dermên, wê sê-çar fî?ek ji cercûrê kêm bibe. Yanî ew deh fî?ekên mayî jî, hew Xwedê dizane bê wê di kê de biteqin. Ev rêbaz neket serê min û tew ditirsim bi saya vê zagonê ewên kîrtûj bi çavekî din lê binêrin û bi vî dermanî fenteziyên xwe dewlemendtir bikin.

Ji ber ku ew kîrtûj in, ne bi dermên mermên, divê bi awayekî din ev mesele bê çareserkirin. Ew çare jî, baweriya we ji Rebbê jor hebe, ji min çêtir kes nizane. Ji kerema xwe rawestin, aniha ez ê vê rêbazê bi we re parve bikim.

Ev rêbaz wê hîç bi xwediyên kerên mê xerîb neyê. Xesandina bi dermên hêdî hêdî nabe û avê li êgir nake… Divê bi ?ixûlê bav û kalan ev bênamûs bên xesandin. Berê çawa ji bo aramiya naxirekê, kerên nêr dihatin xesandin, îroj jî ji bo aramiya civakê divê em van bênamûsan bixesînin. Dest û lingên wan girê bidin, benekî li dora gunê wan bijdînin û hêkên wan bidin ber gwîzanê… Bi teqandina wan hêkan bila ew kîr xîlika xwe daliqîne û bibe paçik.

Dema ku we ew bênamûs xesandin û pê ve jî, ji bo zêde di nav gel de nerin û neyên – yanî negerin, qedemgeheke ûmûmî çêbikin û ji dêvla kaxizên qûnpaqi?kirinê jî wan li wir bidin rûni?tandin, da ku kesên werin li wir rûnên û birîn pi?tî kirina gûyê xwe, qûnên xwe bi wî kîrî, bibore bi wî paçikî paqij bikin.

Li ser bextê kerê we ev rêbaz, rêbazek çawa ye?

Bi ?erefa Hiniyê xwediyê kera ku Sahdo diniyayê, fewqelade ye.

Bi vê rêbazê:

1:) Civak wê ji kîrtûjan xelas bibe.

2:) Destavêtin-tecawiz wê kêm bibe.

3:) Jin wê bi rehetî û serbestî karibin tevbigerin. (Yên bixwazin dikarin ba?ewala-?ilfî tazî jî bigerin)

4:)
Ew bênamûsên ku bên xesandin mexdûr nabin, pi?tî xesandinê wê di qedemgehan de dest bi kar bikin û ew kîr wê nema têkeve tu qulan, bi tenê wê ber devê hin qulikan paqij bike.

Bi telaq heqe ku hûn min bikin serokwezîr ha!

About The Author