Bê serok jiyan cejn e!

Me digot ev Erebên qûnre? û serbiegal, ji bilî xwarin û rîtinê haya wan ji bayê felekê nîne. Di xewnên ?evan de jî me bîra ku rojekê pozê van dawspîyan bi?ewite û fermana serokên xwe rakin nedibir.

Lê sipihka wan li Tûnisê teqîya, zirav bi wan ve hat û bû ”hella, hella” wan kuçe û meydan dagirtin. Bi ”hella, hella” wan re fitfit ket nav dîktatorên bêzirav, wey li wî li riyekê bigere ku temenê xwe zêde bike.
Bin Alî xwe avêtiye  tor û bextê mala xwedê li Siûdiyê. NeMubarek reviyaye

?ermel-?êx û ji wira li stargehekê digere. (Bera haya xwendevanên me jê hebe ku neMubarek pê?î serî li deriyê Lotikxanê xist, lê me biratiya wî bi Sedam re bi bîra wî anî û ew pîs kir).

Werhasil, hîna kîrquzdê pir in û dema ku ferman gihî?t Îran û Sûriyê em ê binerin bê Ehmeqînijad û Bi?ar wê serê xwe bikin kîjan kunê.

Helbet hin ti?tên ku em wek Kurd jî pêwist e ji van lotikên Erebên lêvdeqandî fêr bibin hene, wek mînak:

–    Heta bi sofikên Ereban jî êdî rê didin fikrê pirdengiyê û lotikên cuda.

–   Xelk êdî Facebook û Twitteran ji bo pêkanîna ?ore?an bi kar tînin, ne tenê ji bo bêjin “Tu çiqas ciwan î”.

–   Heta ku hedefa  xwepê?andanên me ti?tê pûç û beredayî bin, em ê roja pi?tî çalakiyan bi dengekî bilind bêjin: ”varl???m Türk varl???na arma?an olsun!” û xwe fedayî Tirkên dolheram bikin.

–   “Bi ruh, bi dem, nefdik ya Sedam” îro nayê bîra kesekî û bi cehembûna dîktatoran re qiyamet ranabe, berovajî dinya dibe cejn.

About The Author