DEREWÊN BIN CEMEDÊ

Karê xwe hesinker bû, pir derew dikir. Xelk ji derewên wî aciz bûn, lê neçar bûn mecbûr heta karê xwe biqedînin guhdarîya  derewên wî dikirin.

Rojekê ?emo ji bo gîsinê cot diçe ba hesinker Evdo. Pi?tî xêrhatin û hal hewal pirs kirinê, Evdo cardin dest bi derewekê kir. Got: “ Demsala zivistanê, wexta bavê  min di ser cemedê re ji çemê Mûradê derbas dibe, cemed di?ikê û bavê  min dikeve bin cemedê “.

 ?emo zanibû ku derew e lê dîsa got: “ Êêêêê !“

 Evdo got: “ Di bin cemedê de bêhna bavê  min teng dibe, destê xwe dike berîka xwe, qutîya cixarê derdixe, cixareke titûnê dipêçe diki?îne ser kezeba xwe”.

?emo cardin got : “Êêêêêê!

 Evdo  yekcar derewa xwe xemiland û got: “ Bavê  min mêze dike waye tebance jî  pê re ye, tebanceyê ji ber xwe diki?îne û carcûrek  bere cemedê dide û ji bin cemedê difilite “.

 ?emo dibê: “ Waaaaaaa,  ew mêrê navdar bavê te bû ?

 Evdo dibê: “ Erê mêze wayê te jî bihîstîye “.

 ?emo dibê: “ Wey ez di gora bavê te nim, law ma wexta ket bin cemedê qe titûna wî ?il nebû ? Ma qe kevirê hesteyê wî ?il nebû? Ma qe fî?ekên tebanceya wî ?il nebûn ? Derew dibin lê  hema ewqas jî nabe ha “.

Werhasil…

    Îro jî bi derewên nûjen û îdeolojîk rêçê  li ber me winda dikin, çavê wan lêye me bikin kendal û doz têk biçe. Hinek di bin erdê de jî di bin cemedê de jî hevkarîya dewleta dagirker dikin .

 Law êdî kes nikare Kurdan bi derew û fistikan bixapîne, Kurd rastî û nerastîyan ji hev derdixin. Ma qey Kurd bê hi? in cîgerim!

About The Author