Lotika Îraniyan jî hat!

Îran bi xwepê?andanên li dijî rejima genî dikele. Xwepê?andan û nerazîbûna li dijî rejimê her diçe xurtir dibin û çav li rê ye xelkê Îranê jî lotikekê li Ehmedî Nejat bixe û aqûbeta Hisnî Mubarek bîne serê wî jî.

Tê gotin ku, doh dema serkomarê Tirk Abdullah Gul serdana Îranê dikir jî xwepê?andanên li dijî rejîmê berdewam bûn û heta dibêjin, Abdullah Gul xwestiye silavekê bide xwepê?endêran û derkeve pê?berî wan jî. Lê Ehmedî Nejat rê li ber vê yekê girtiye û ne hi?tiye Gul derkeve miqabilî xwepê?andêran.

Her roja dibore mixalifên Îranê pi?tgiriya xwe ya ji bo van xwepê?andanan zexmtir dikin û zorê didin ku dawî li rejimê bînin û pihînekê li bin qûna Ehmedî Nejat bixin. Li gor saloxan van rojan li nêzî deh bajarên Îranê xwepê?andanên protestoyî pêk hatine û xwepê?andêran dirû?mên ‘Bimre Dîktator’ û hwd. qêriyane.

Werhasil rejima genî û çewsîner a mela û sofîkên bêîman niha diheje û ber bi dawiya xwe ve diçe.

De Xwedê qewetê bide we ey canik û ciwanikên Îranê!

Heta berbangeke din, bi hêviya ku hûn ji rejima mele û sofîkên bêîman rizgar bibin, digel silavên lotikvanî!…

About The Author