Aha ji we re xayînê nû! Hernêêê!

Belê, belkî sernivîsa me ji we re balkê? bê. Em li gund û xirabeyan, li qul û qewêran, li ezmana li xayînekî digeriyan. Lê li gora hevalleran, xayînê me bi hêsanî li otelek Kolnê derket pê?berî me.  Tu nebê ev 35 salin em di teyibên xwe de, di televizyonan de, di kompûteran de û herî dawî di Iphonên xwe de li zime-zima dengê xayînê xwe guhdarî dikin, lê haya me ji me nîne. Em bi saya serê hevallerên xwe hîn bûn ku ?ivanê me xayîn e û ji dîn û îmanê derketiye. Çi xayînekî jêhatiye yawo, pek li vê ecêba kesanedî! Bi telaq ji Troçkî jî xirabtir e kuro!

Erê lo, li gora hevalên sererd û binerd, navê xayînê me yê nû ?ivan Perwer e. Li me teva pîroz û bimbarek be, ser xêrê be, haydê em herin dest û ruyên hev! ?ivanê me ji nav karwanê xayînan kêm mabû, wa golik û berxikên apê xwe ew jî kirin xayîn.
Hey hey hey hey, kîne em? Ho ho ho ho, kîne em?

Çi kiriye ?ivan Perwer?

Ya rasttir hûn ji hevalan bipirsin bê ma çi nekiriye?
?ivano, cîgirê serokwezîrê Tirk Bulent Arinc hembêz kiriye, hevpeyvînek qerase bi TRT6ê re çêkiriye û gotiye çi hûn zanin? Gotiye: “Bi orkestrayek senfonîk em ji bo TRT6ê konserek amade bikin”. Ji bo TRT6ê kuro, erê ji bo TRT6ê. Herweha ?ivano, nerme-nerme heval jî rexne kirine û gotiye: “ew bi axatiyê siyasetê dikin, ez ji wan ne razî me”. Wey bavo, wey bavo, tu li vê tofanê!
Lo me çi kir, me çi kir, me xwelî li serê xwe kir!

Temam, hevalan dengê xwe nekirin ku tu ji kanalên Tirkî re bi saetan diaxivî, lê ma bi kanala zimanê Kurdî re axavtin dibe ?ivanoooo? Ma tu nizanî ku kanalên Tirkî serbest û kanala Kurdî heram e çavê mino? Tu bê destûra dîk çawa bang didî ha? Ev 20 sal in lavlava me ye ji bo ku neferek qûnqetiyayî Serokê Sererd û Binerd muxatab bigre, lê wezîrê qodeman bi hêsanî tê ber lingê te? Tew, tew, tew! Ma wê çawa heval te nekin xayîn birakooo? Ma serê du beranan di bero?ekê de dikelin hevaloooo?
Wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo…

Êêê, helbet pi?tî van lotikên bêdestûr, fermandarên me yên bênav, ji rêxistina me ya kûr, daxuyaniyek demokratîk belav kirin. Bi daxuyaniyê re çira kesk pêket û mirîdno hernêêê! Ya Allah, bismillah û wan dest bi lotikên garankî kirin. ?ivano, em te nebînin! Bi telaq emê te bi kêrek ko bigurênin, emê te ji hev veçirînin û emê te sax bicûn! Aha berxikên apê xwe, mirîd û sofîkên dergeha ?êx halo ne ha.
Ferman e, ferman e, ferman e, ferman e.

Tenê hêviyek maye. Heke bi ayetên Çar?ema nîvê Sibatê re efûyek hat, yan Serokê Sererd û Binerd, ?ivan kir navbeynkar û navcîyê navbera xwe û xalanan, wele ew dikare dîsa bibe hevalek hêja. Yan na ez bi serê bavê we kim weziyet zehmet e.

Werhasilî kelam, henek li alîyekî, lê ?ivan Perwer, hevalê bargiran, di devê sofîk û mofîkan de bû benî?t. ?ivanê ku gava silav ji “qehremanê Îmralîyê” re di?andin, bûbû heval, bûbû yolda? û bûbû hozan û hunermendê gelê Kurd, surprîzê festîvalên mezin. Lê heman ?ivanê ku dixwaze di TRT6ê de konserekê bide û stranên Kurdî bistrê, ji alî heman hevalan ve dibe xayîn, xwefiro?, qatil, ajan û nizanim çi.

Ev çi ?orbe ye, çi pelûl e, çi tir?o û tir?ik e ya xweda!?

De li çend lotikan binerin bê di heqê ?ivan de çi gotine:

http://www.rojaciwan.com/forum-27260.html

http://www.azadiyawelat.com/haber_detay.php?haber_id=77259

http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=40390

http://www.azadiyawelat.com/haber_detay.php?haber_id=77246

http://www.azadiyawelat.com/yazi_detay.php?id=2917&yazar=23

http://www.azadiyawelat.com/yazi_detay.php?id=2918&yazar=80

http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=40277

http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=40250

http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=40192

About The Author