Kurdistan heta bi qurmik kete wan

 Konsolosxaneya Komara Îslamî ya Îranê, lotikek bêîman li Tirkan xist û doxîn li wan sist kir. Tirkên ku wek cin ji hesin bitirsin ji navê Kurdistanê ditirsin, li bajarê Stenbolê serê xwe li ber navê Kurdistanê tewandin û gotin „çîîîîzzzzzzzz“ û teslîm bûn.

Konsolosxaneya Komara Mehmûd Ehmedînejad, bi minasebeta fûarê û danasîna hunerên destan û çanda Îranê, ref û standek li ser navê Kurdistanê jî vekir û tirr ji Tirkan berda.

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin Tirkên ku di fûarê de rastî navê Kurdistanê dihatin, yekser ji desthilanîn û ji mêranî diketin û hew li wan radibû.  

Em vê lotika ?a?ikmezinên Îranê pîroz dikin û dibêjin: Aqûbet li serê we be Tirkinoooooo!

Stenbol

About The Author