KÊ MÎRATÊ MIN XISTIYE LÊRE?

Van rojan, rojev û medya Kurdan li ser bûyerên ku Silêmanîyê qewimîn ?irove û dîtinên xwe bi lêv dikin. Dervayî sazîyên xêrnexwazên Kurdan, hemûyan jî nerazîbûnên xwe nî?an dan, ew bûyer wek provokasyon û desttêwerdana dijminan nirxandin. Li ser van nerazîbûnan, serokê tevgêra wan bûyeran No?îrvan Mistefa jî mecbûr ma daxuyanîyekê bide. No?îrwan Mistefa yê ku berî qewimandinan bangî gel kiribû ku li hember hikûmetê derkevin kolanan, niha jî dibêje: “ Ji bo aramîyê tevgêra me amade ye bi dezgehên fermî re hevkarîyê bike” û bi vî awayî xwe derdixe paqijîyê.

Balkê? e, serokê Kurdên sererd û binerd Ocalan jî kêfxwe?îya xwe bi van gotinan bi lêv dike: “ Li ba?ûr, li bajarên Erbîl û Silêmanîyê di bin pê?engîya PÇDK ê de xwepê?andanên girseyî pêk hatine. Ev tê vê wateyê  gelê wê deverê ber bi alîyê me ve tên.”

 Li ser bûyerên Silêmanîyê jî dilxwe?îya xwe wiha bi lêv dike:” Ez wan çalakîyên ku li Silêmanîyê li hember rêvebirîya hukumetê tên kirin, manîdar dibînim” û bi vî rengî bi awayekî a?kera dike ku di pi?t perdeya wan bûyeran de kîjan destên gemarî hene.

Bixwe dema mirov li bizavên Goran û serokê wê No?îrwan û yên PKKê û serokê wê Ocalan dinere, gelek xwe? dibîne ku herdu alî jî helwestek neyînî li dijî hikûmetê û bi taybet jî li dijî PDK datînin. Ew berê bûyeran dikin, heke nerazîbûn û li hemberrabûn zêde bin, yan wê bêjin “haya me jê nîne,” yan jî wê bêjin “em lêpirsînan dikin” an jî wê bêjin “çend kesên nezan û sûtar ev kar li ser navê me kirine”.

Ev pêkenok jî ligor min tam xiftanek li gor bejna van kirin û gotinan e.

Hecîyek ji gundek ji yên navçeya Gewa?a Bajarê Wanê, rojekê ji yên havînê diçe pagê/gov/axur. Dema dikeve pagê, ji bo ronahî bikeve hundur, derîyê pagê vekirî dihêle. Kera wan jî di pagê de ye. Di pagê de dilê hecî li kera wî xirab dibe, dikeve ser kera xwe û dibe û tîne. Kera wî jî  ku derî vekirî dibîne, hêdî hêdî qesta derva dike.

Hecî ketîye kelecanê, haya wî tew ji çûyîna kerê nîne. Bi wî halî ve ew û kera wî derdikevin derva. Gundî û cîran jî li derva hene, dema hecî di wî halî de dibînin tev radiwestin û li wî dinerin. Lê haya hecî ji wan nîne û ketîye kelecanê, ?a?ika serê wî bi alîyekî de xar bûye. Bi pîqên û kenê gundîyan, hecî bi xwe ve tê, ?a?ika xwe rast dike û ji gundîyan re dibêje: “ Kuro ew kîjan kurê kerê mîratê min xistîye lêre (vir)?”

Îcar birastî ez meraq dikim. Gelo kê dest û lingê xwe xistiye bûyerên Silêmanî, Hewlêr, Helebçe û Çemçemalê?

About The Author