QÛNA XWE BI QÛNA ME DIHESÛN

Dibên Hirç, Rûvî û Kewrû?k/kergûh bi hevre dibin heval û hevkarîyê dikin.

Go?tê ji ber nêçîra wan dimînin jî jbo zivistanê dikin qeyle/qelî û di ?ikeftekê /ziwigekê de vedi?êrin.

Rûvî rojekê ji wan re dibêje:” Li filan gundî zaroyek çêbûye, divê ez biçim navekî li wî zarokî bikim.”

Rûvî diçe ?ikefta qeyle lê, ji ser va hinek qelî dixwe û bi zimanê xwe dalîse û tê.

Hirç ji Rûvî dipirse:” Te navê zaro çi danî?”

Rûvî:“Min navê wî kir Seralîs”.

Heyamek di navberê de dibore, Rûvî dîsa dibê: “ Li gundekî zaroyek çêbûye, hewceye ez navekî lê bikim” û dîsan diçe ?ikeftê, nîvê qeylê dixwe û tê.

Hirç ji Rûvî dipirse: “ Te navê zaro çi danî?”

Rûvî: “ Min navê wî kir Nîvalîs”.

Heyamek di navberê de derbas dibe, dîsa dilê Rûvî diçe qelîyê û ji wan re dibê: ” Li gundê jorîn zaroyek çêbûye, divê ez biçim û navekî bidim wî zarokî”.

Rûvî diçe ?ikeftê, tevahîya qeyla mayî jî dixwe û heta binê wê jî dalîse û tê.

Hirç ji Rûvî re dibê: “ Te vê carê çi nav li zaro kir?”

Rûvî:“ Min navê wî kir Binalîs”.

Heyamek di navberê de derbas dibe, baran dibare û pê re dibe gu?êna berfê û berf dikeve erdê, nêçîr namîne. Her sê radibin diçin ?ikeftê da ku qeylê bixwin. Diçin ?ikeftê çi binerin, qeyle nemaye û hemû hatîye xwarin.

Hirç dibêje:” Kê ev qeyle xwarîye ? “

Rûvî dibê:” Kewrû?kê xwarîye”.

Lê hirç ji Rûvî bawer nake û dibê: “ Emê agir pêxin û li dora êgir dani?in, kê qeyle xwaribe wê qûna wî xwehdanê bide û kizir pê bikeve, wî çaxî emê zanîbin ka kê qeyle xwarîye.”

Axir, agir pêdixin xwehdan bi qûna Rûvî dikeve û kizir dide.

Rûvî jî ji bo ku sûc ji ser xwe bavêje û bike stuhê kerguhê, qûna xwe ya bi kizir li qûna kevrû?kê duhesû/dixe.

Îcar ev jî mesela me û hinek serok û siyasetmedarên me ye. Neciwamêran qelîya Kurdan tev xwarine û dixwin, lê ji bo xwe rûsipî bikin, qûna xwe li qûna me dixin ji bo me jî bikin ?irîkên xwe.

About The Author