Ji bo jinên Kurd kampanyeya anîna zarokan

Tirkolerên ku ji bo Kurdan dibêjin bes zarokan bînin, ji bo zêdekirina serjimariya xwe kampanyayên anîna zarokan çêdikin. ?aredarê bajarokeke bajarê Trabzona Tirkiyeyê, ji bo jinên ku zarokan bînin kampanyeya dayîna tirembêlê da destpêkirin. Lê em wek xan û mala avêtina lotikan xwe kêmî wan nakin û ji bo jinên Kurd li lotikxanê Kampanyeya Anîna Cêwîkan didin destpêkirin.

Li gor kampanyeya ?aredar jinên ku zarokan bînin bi rêya pi?kê wê tirembêleke bi çar tekeran qezenc bikin. ?aredarê bajarokê Salih Bakal, bi mebesta zêdekirina serjimariya bajarokê Duzkoyê û rê li ber girtina koçberiyê, ji sala par ve promosyon û kampanyayên ji bo anîna zarokan çêdike. Wek mînak berî ku kampanyeya tirembêlê bide destpêkirin jî, ji bo jinên ku zarok dianîn fofok û ava bela? li malbatan belav dikir.

Em jî ji vî ?aredarî kêm namînin û bi rêya lotikxanê ji bo jinên Kurd kampanyeyekê didin destpêkirin.

Lê di kampanyeya me de anîna zarokekê ne bes e. Em bi jinên Kurd bawerin û kampanyeya xwe bi anîna cêwîkan didin destpêkirin.

Li gor vê kampanyeyê her jina Kurd, dema salê carekê cêwîkan bîne ‘yanî sêwîk û çarîk ne tê de’ em ê wê bi 4 metro û nîv qûma?ê hevrî?mî xelat bikin.

Kampanyeya lotikxanê bê pi?k e û divê ewil wêneyên pitikên cêwîk ji me re bên ?andin. Pi?tî ku wêneyê pitikan gihî?tin ber destê lotikxanê, em ê xelata wan bi aweyekî herî lezgîn bi rêya fisbukê ji wan re bi?înin!

Di yelaaaa Xwedê qewet û teqetê bide jinên Kurd!

Hindik ma, hema 10 milyon kesê din li ser serjimariya me zêde bibe em ê Kurdistaneke gewre û qerase ava bikin ellawekîl!

About The Author