Lehmecûn temam, îcar dora cîgkofte ye

Nûner û lotikvanê Ruhayê Îbrahîm Acises, pi?tî ku dest avêt karê lehmecûnan û tirr ji wan berda, îcar dest avêt bazirganîya “cîgkofte” yê  ( ecîn) û bêhna sîr û pîvazê jê fûrîya.

Cîgerim lehmecûncî Îbo, di vekirina dikana “cîgkofte” ya ?axê Enqere-Keçîorenê de axavtinek li ser cîgkofteyê kir û da bin dûvê cîgkoftefiro?an.  Îbo bi ?e? telaqên jinberdanê sûnd xwar ku “ew ji temamê ecînfiro?an xwe?tir û ba?tir çîgkofte çêdike, ew qet avê tev li savara ecînê nake û qû?ê li ecînê diqetîne”.  Îbo dîsa jina xwe ji xwe berda û got ku “temamê ecînfiro?an ji sedî 60 ecîna xwe bi avê çêdikin û bi namûsa cîgkofteyê dilîzin. Lê ew mêr dilopek av jî tev li ecîna xwe nake” û çîgkofteya xwe firand ber perê ezmanan.

Werhasilî kelam, roj roja çîgkofteyên Îbo û Ruhayê ye. Lehmecûn temam, va ?ore?a çîgkofteyê jî bi ser ket.

Ma çi?

Ma dora bazirganîya kutilk û ?amborekan.

Bi xêr û selamet, wê Îboyê me dest bavêje kutilk û ?amborekan jî û wê me ji berhemên xwe bêpar nehêle.

Ê de yalla, werin ecînêêêêêêê, werin çîgkofyetên Brahîmo de wernêêêêê!

Sêwreg

About The Author