Kurdno! Malnemîratno! Bêtifaqno! Belqitîno!

Pi?tî salên dûr û dirêj, ked û têko?îna bi ê? û elem azadbûna parçeyekî Kurdistanê bû hinceta kêfxwe?iyê û bi azadbûna herêma Kurdistanê re baweriya Kurdan bi wan hat.

Lê sed heyf û mixabin ku van rojan kurdên me yên ba?ûrekan jî çav li erebên qûnre? û bêderpî kirine û li hember deshilatiya xwe rabûne lotik û zîtirkan.

Belê rast e xelkê ereb, ev nêzî nîvqirneyekê ye xwîna wan tê mêtin û dibin deshilatdariya dîktatorên xwe de tên çewisandin.

Ka bêjin ji me re derdê we çi ye gelî kurdên soranekan û goranekan!

Hûn bi çi armancê di nav rojeveke wisa germ û zîz de, serî hildidin raperînên li dijî hikumet û deshilatdariyê saz dikin û bi korîtî êrî?î hevrik û dijberên xwe dikin?

Ma hûn nizanin çavê hemû kurdên dinyayê û hersê parçeyên din ên Kurdistanê li ser we ye?

Ma haya we ji cîranên we yên hesûd û bêbêxt jî tune ye?

Ma hûn nizanin ku hê Kurdistan têra xwe azad nebûye?

Dibe ku heqê we jî wek hemû gelên dinyaye heye ku, hûn jî ji bo mafên xwe yên takekesî, aborî û civakî têbiko?in, lê ev çi wêrekbûn e û ev çi harîtiye ku hûn êrî?an dibin ser sazî û dezgehan?

Ma hûn hemû jê re ne ?ahid in bê deshilatdariya herêma Kurdistan, bi çi zor û zehmetiyan û xwîna ?ehîdên we hatiye danîn?

We dît ne?

Ka binêrin li vê rew?a xwe ya dawî û ji xwe û sed bavê xwe ?erm bikin! Binêrin bê Kerkuk dikeve çi rew?ê. Miletê ereb li hemberî we çawa çavrosî dibin û êrî?ê tînin ser kurdan.

Na na ne sûcê wan e yabo!

Heta em wiha bi hev bikevin û hevdu çiroviro bikin, wê lawên xelkê jî rabin lotik û zîtirkan û ked û xwîdana dehsalan ber bi avê ve biherikînin. We digot Kerkuk dilê Kurdistanê ye ne! Vaye hûn dibînin bê ereb çi dikin. Çawa ku dîtin kurdên me jî bihev ketin, wan jî çav li birayên xwe yên din kirin û li hember kurdan serî hildan.

Gelî soranekan û goranekanên ba?ûrê Kurdistanê! Heger ti?tek bi serê Kerkukê were û hûn jî di ser de rabin bi lotik û zîtirkên kerkerkî û ehmeqkî rêveberiya Kurdistanê birûxînin, bawer bikin wê Kurd tu carî we efû nekin.

Di serî de Kurdên Komara Demokratîk û Serbixwe yên Lotikxanê wê hew we bihewînin nav xwe, Kurdbûn û Kurdîtiya we jî wê bi pênc dînarên erebên qûnre? bifiro?in û hew!..

De vaye pê?mergeyên kurd bi hewar û gaziya kurdên Kerkukê ve çûn û diçin. Xwedê bikim ti?tekî xerab û aloz pêk neyê, metirsiya me ya niha jî bi kêfxwe?î û serkeftinê encam bistîne û soranekan û goranekanên Kurdistanê jî ji xwe re bihedinin…

Kurdistan

About The Author