Xeter ne Goran e! Xeter wek xwe man e!

Li ba?ûrê Kurdistanê gel serî hildaye, doza edalet, demokrasî, netewbûnê dike, em Kurmancîaxêv wan dikin xulamok û lîstokên dijminan, ?aba?ayan ji desthilatdarên xwe re didin û tif dikin serhildêrên ku dengê xwe bilind kirine.

Nûçeya Silêmaniyê belav bû nebû, wey li wî ku zû destê xwe bavêje pênûsa  xwe û binivîse:
”Lîstika dijmina ye!”
”Fitne û fesadiya cîrana ye!”
 “Xezeb li we bû ye? Ma derdê we çi ye?”
 “Ma hûn nizanin ku hê Kurdistan têra xwe azad nebûye?”
Lotikvana  jî ji ku?tî-birîndaran re digotin: “qenc û xwe? li we kirin!”, “ser û lingan jî bibirin kaka!”.

Werhasil, banga nivîskarên Kurmancîaxêv ji gelê me yê ba?ûr re ev e:
Dengê xwe nekin! Çavên xwe bigrin!

Ev çi hal e babam?
Ez nizanim ne ez tew? im ne heval û hogirên min yên lotikvan? Ev heyveke ez li we guhdarî dikim û dixwînim. Ka ez jî ya xwe bêjim û hûn biryarê bidin bê ez neheq im yan lotikvanên ku doza bêdengiyê dikin?

Rew?a ba?ûr pi?tî 20 salên azad wiha ye:

–          Pê?merge, îstixbarat, asayî?, huqûq, maliye, polîs… tev duserî  ne. Ev jî ne girêdayî hukûmetê, lê girêdayî partiya ne.

–          Bi sedan dezgeh û bi sedhezaran karmendên partiyan hene.

–          Serokê partiya duyemîn nikare biçe Hewlêr yan Duhokê.

–          Talabanî hem serokê Îraqê, hem jî serokê YNKê ye. Barzanî hem serokê Herêma Kurdistanê, hem jî serokê PDKê ye. Ê çawa dikarin bêalî bin? Law, xwarzê, birazî û pismam her yek li ser kursiyek ”layîq” rûni?tiye.

–          Gendelî, bêkarî, bertîlxwerî berdewam e.

–          Rê, av, ceyran, nexwe?xane ne bi rêk û pêk in.

–          Hinek bi milyonan xeriqî ne û hinek jî ji nebûnê xeniqî ne.

Ev 20 sal in gelê me yê ba?ûrê Kurdistanê her got: ”De hê nû ye, welatê me ye, xem nîne, ev dem hesas e, ka vê carê jî em dengê xwe nakin…”. Ê yabo salek, du, sê xelk çiriya û dawîya dawî bero? fûriya. Hew îdare kirin wey!

Xortên ku li ba?ûrê Kurdistanê li dijî vê niheqiyê serî hildane doza çi dikin gelo?
Doza artê?ek netewî, pê?mergeyek netewî, parastinek netewî, îstixbaratek netewî, maliyeyek netewî, parvekirina wekhev, a?kerekina budçê…

Gelo ev daxwaz li gorî dilê Kurdan yan dijminê Kurda ne? Eger ev daxwaz pêk bên ji vê Kurd yan dijminê Kurd wê sûdê wergirin?
Helbet Kurd!
Kî berdewamiya duserîtiyê û hikûmetek lawaz dixwaze?
Dijminên Kurd!

Ê naxwe mesela nivîskarên me yên Kurmancîaxêv çi ye?

Dema ku serok û partiyên me Kurdên bakur çewtiyekê dikin, em bi qurmikê zimanê wan digrin û bi tundî li hember wan derdikevin. Lê ji bo partî û hêzên ba?ûr, nivîskarên bakur li çepkan dixin, dikevin serê govendê û ?ûr dihejînin.

Ma rew?enbîrî ev e kakacan?

Ma em Kurmancîaxêv zirnevanê mala Xelo û Celo ne? Bê ku em ji nêzîk ve li meselê binêrin, hema yeko-derbo em aliyekî digrin û aliyê din gunehkar dikin.

Wezîfa nivîskar, rojnamevan û rew?enbîrên Kurdistanî destnî?ankirina kêmasî û ?a?iyên hêzên Kurdistanê ye, ne ku wan li hev sor bikin û ji desthilatdaran re tilîliyan bik?înin. Gel û welat bi dadwerî, demokrasî, pirdengî û pirrengîyê pê?dikevin, ne bi gotinên “bimre” û “bijî”.

Belê lotikvanino, gotina min ev bû. Vêca hûn biryarê bidin! Gelo yê ?a? û xerehayî ez im, yan heval û hogirên min yên lotikvan in?

About The Author