Kaban Tozan

Rojekê Dilovan û lawê Xalê Mîrzo, Bozo Kemal, li qehwexana Kaban Tozan, ji xwe re domîno dilîstin. Ji ni?kê ve, Moranê Biro, bi qêrînî ket nav qehwexanê. Li kurê Kabo, li Behro digeriya. Behro, ji tirsa pevçûnê xwe dabû alî. Çend xortên mala Kabo û hin xortên ji mala Biro, li ber deriyê mala Kabo, ku li teni?ta qehwexanê bû, ketibûn hev. Serê çend kesan ?ikiya bû dîsa. Gava Moran, bi hêrs û fûrînî ket hundur, çend kes rabûn ser xwe û ew girtin ku a? bikin. Lê belê, Moran pir bi hêrs bû. Moran bi Tirkî û qîrînî got: ‚Ulan ez ê di dê û jina Komara Tirkî de bi..utim!’ Bi carekê, dengê ku li nav qehwexanê hebû, ji binî hat birîn. Xortên li nav qehwexanê jî, pir ji vê gotina Moran hez kirin. Pûanên Moran li nik xortan bêhtir kom bûn. Çend kesên li wir, bi mil û çengê Moran girtin û hema bi zûka, ew ji nav qehwexanê derxistin der û bi xwe re birin.

    Gava Moran hat derxistin, naverasta qehwexanê dîsa bêliv û bêtevger ma. Her kes, wek carên berê, dîsa bilî ser lîstin û guftûgoyên xwe bûn. Dilovan û Bozo jî, li ser lîstina xwe ya domînoyê berdewam bûn. Kabo jî, vegeriya hat li go?a loca xwe ya taybetî rûni?t û çavê xwe zîq berda qatiyên qehwexanê û wek peykerekî wisa bê liv û bê tevger, di ciyê xwe de ma û ji xwe re kûr û dûr hizirî. Ew ciyê taybetî ku jê re digotin loca, tenê ji bo wî hatibû lêkirin. Ne dihi?t xerîderek jî were li wir rûne. Tenê ji bo rûni?tina wî û mêvanên wî yên girîng bû ev ciyê ku jê re digotin loca. Dora vî ciyî, bi caxên darînî, hatibû pêçandin û girtin. Hundurê wî jî bi mehfûr û mer?ên taybet hatibû raxistin.

    Li ser dîwarên qehwexana Kabo, ji ber wêneyên tev endamên dîwana serfermaniya le?kerî ya Tirkî, buhustek jî ciyê vala nemabû. Tev li wir bûn. Bi awirên xwe yên saxte (sûnî), zexel û xedar, li mêvanên qehwexanê dinerîn û bivê nevê pirê caran mêvan jî li wan.. Tevî çend wêneyên Mistefa Kemal, wêneyê serokerkanê re?ayî, hewa, jenderme û deryayî jî, li wir, li qehwexana Kaban Tozan bûn. Wisa zîq li nav çavên mêvanan dinerîn. Hebûna wêneyekî Kemal Pa?a li ser her qehwexaneyê zor kiribûn, lê Kabo, ne tenê pênc yan deh wêneyên Kemal Pa?ê, wêneyên tev sererkanên artê?a Tirk hanîbû û dîwarên qehwexaneyê tev bi van wêneyan xemilandibû.

    Pi?tî çêr û sixêfên Moran saetek jî derbas ne bûbû, otomobîlek re? a sivîl, ji ni?kê ve li ber deriyê qehwexanê frênek tûj kir. Yekî bejinkurt û ?ewqeyek lengerî (fotor) li ser serê wî û cil û bergên rêk û pêk li ser wî, ji otomobîlê peya bû û bi gavên lez û bez kete nav qehwexanê. Ev kesê rû-asyayî û rûtir?, ruyê xwe êdî bêhtir tir? kiri bû û yekser çavê xwe berdabû nav çavê mêvanên qehwexanê û bi bêzî û nefretek kûr, li tevan dinerî. Te digot qey segekî bûldok ê devbigilêz ê rûqurmuçandî bû. Bi awirên xwe yên tir? û mirûzquzî, wisa pîs û xirab, li nav çavê xelkê li qehwexanê dinerî.

   Gava Kabo dît ku ev mirovê rûtir? ket hundur, hema ji ni?kê ve, ji wê rew?a xwe ya bêliv veciniqî û wek gulleyekî bi lez û bez reviya pê?iya vî kesê necamêr, ku ji rew?a wî pir a?kere diyar bû ku erkdarekî bilind ê ewlekariya dewletê bû. Kabo jî, hevxebatkarekî ji hesta millî pir bêhest bû û ew mirov ba? nas dikir.  Hevxebatkarên wek Kabo ne bûya, çi hêz û karê dewletê nîn bû. Dewlet di nav ?êniyê de her dem xwe dispart kesên wek Kabo û hebûna xwe bi alîkariya van kesên xwe bi rêve dibir. Heger ne van kesên dewletê bûna, dewletê nikaribû rojekê jî van xerabiyan bi ser xelkê de bikira. Kabo û ev serekerkdarê zextkar ê dewletê hev ba? dinasîn.

    Nûçeya gotinên Moran, ya bi çêr û sixêfên li ser komara Tirkiyê, pir zû gihabû guhê dewletê. Loma ev erkdarê bilind, pi?tî bûyerê, wisa zû hatibû vê qehwexanê û wisa bi awirek xerab gef difirandin nav çavên ?êniyê qehwexanê. Hingê telefonên mobîl jî nîn bûn. Lê dîsan jî ev nûçeya çêrên Moran pir zû xwe gihandibû navnî?anê.

    Heger ev qehwexane, li welatekî din ba, xwediyê qehwexanê, serekpolîs nas bikira yan jî ne kira, ew ê bêtirs û bi nebeziyek hevdem, bi mêranî û mirovanî, biçûya pê? erkdarê rûtir? û jê re bigota; ‘begê birêz! Ew kesê ku ew çêr kiriye, ne li vir e. Ji çakiya xwe, aramiya van xerîder û mêvanên min ên bêguneh xirab neke!’

    Lê xwediyê qehwexana li taxa Kor Xetê; Kaban Tozan, li ?ûna vê nebeziyê nî?an bide û nirxê xwe û nirxê mêvanên qehwexana xwe, nirxê milletê xwe biparêze, xwe tam kir pepûk û rebenê ber destan. Mêvanên wî, di ?ûna wî de, ji ber vê kirina  wî fedî dikirin. Kabo xwe kiribû wek segê ber lingê serekerkdarî. Li pey wî wek ku teriya wî be digeriya.

    Di fîlmek Charlî Chaplînî de, ?elafek hebû, ku wek teriya dîktator, dest li ber girêdayî û serî li ber xwarkirî bû. Her wisa her dem li pey dîktator diçû. Dîktator biçûya ku derê, ew jî li pey bû. Dîktator xwe çawa bilivanda, ew jî her wisa, xwe pê re dilivand. Kaboyê me jî, serê xwe her wisa kiribû ber xwe, destên xwe jî, wek li pê?berê (huzûra) Xwedê be, wek li ser nivêjê be, li ser zikê xwe hi?k dabûn ser hev û du gav jî li pey serekerkdarê ewlekariyê wek segekî rawestiya bû. Yan jî, wek li pê?berê Dîktatorê li fîlma Charlî Chaplîn, ya bi heman navî, serî jî di ber wî de bû. Pa?ê, ruyê serekerkdar hinekî guherî. Necamêr, vê carê jî serê xwe bilind kiribû û bi çavên nîvvekirî, bi rûyekî dîsa wisa wek sûravkê tir? û tahl, li mêvanên qehwexanê dinerî. Ewî  ev peyam dida mêvanan: ‘hûn Kurd ne ti?tek in!  Em Tirk xwediyê we ne! Em bixwazin, em dikarin we tevan jî qir bikin.’ Serekerkdar bi serbilindiyek pir diyar û a?kere li nav qehwexanê diçû û dihat. Kabo jî, her wek wan fîguranên li fîlmên pêkenokî yên Charlî Chaplîn, li pey serekeyê erkdar, gavên hûr û bi lez diavêt. Bûbû wek teriya serekerkdar. Kaban Tozan, her wisa ji vî necamêrî re bûbû terî. Bûbû seg. Gava serekerkdar dirawestiya, Kabo jî wek teriya wî be, wek segekî, di cih de, pê re dirawestiya. Gava ew diçû, Kabo jî dest pê dikir û bi wan gavên xwe yên hûrikî û bi lezgînî, li pey wî diçû. Ji xwe Kabo, yekî bejinkin û mirazkorî bû. Rola segan pir xwe? dizanibû bike.

    Gava çavê Bozo, bi vê rew?a komîkî ya Kabo ket, xwe negirt. Ken pê girt û bi wî re jî, Dilovên kire ken. Bozo xortekî bêtirs û Kurdekî ?iyar bû. Pir jî Kurdperwer bû. Rojekê çûbû Anqerê serdana mamoste Îsmaîl Be?îkçî û ji mamoste re gotibû: ’Emret ?smaîl Hocam! Ankarayi da yakarim. Yeterki sen emret!’ Ango; Mamosteyê min ê hêja biferme! Gava te got herê, ez ê ji bo te Anqerê jî bi?ewitînim. Mamoste Îsmaîl Be?îkçî gotibû wî ’Kemalcigim yanli? bir i? yapmayas?n!’ Ango: Kemalê min tu karekî ne li cih be nekî!’ Bozo xortekî pir bawermend bû.

    Kenê Bozo, kenekî taybetî bû. Gava dikeniya, te digot qey dasiyên masî di qiriqa wî de asê bûne û naçin xwarê. Bozo dike ku dasiyên masiyê bi xirîniyan ji qiriqa xwe bi?emitîne xwarê: xix xix xix xix xix xix û xix.

    Kabo qet li hêla herdu xortan ne dinerî jî. ?abo di tirsa cizbeya serekerkdar de bû. Gava Dilovan û Bozo keniya bûn, serekerkdar jî, êdî xwe nêzîkî ber devê deriyê qehwexanê kiribû, ku li ber çûnê bû. Qey loma dengê kenê Bozo û Dilovên ba? neçû bû guhê wî. Kabo jî li derve, hîna di wê rew?a rêzdariya kûr a bêsînor de, li pey serekerkdar wek peykerekî serdiber rawestiya bû. Rûyê xwe jî, wisa reben, perî?an û miçiqandibû û li ber xwe li erdê dinerî. Hew mabû ku wek segan mizînî jî pê biketa. Polîsekî sîvîl, deriyê otomobîlê ji serekerkdar re vekir. Serekerkdar qet li rûyê Kabo jî nenerî. Ket nav otomobîla xwe ya re? û derî li ser wî hat girtin. Otomobîl zû bi rê ket. Ta ku 200-300 metre jî ji wir bi dûr ket, Kaban Tozan hîna jî li ?ûna otomobîlê, hîna jî wisa bêliv û bê tevger ji xwe re her wisa li ciyê xwe dipa.

    Berî ku Kabo vegere hundur û çêr û sixêfan bibêje ji Dilovên û Bozo re, wan zûka pereyên çayên xwe dan û bi lezgînî ji deriyê kêlekê derketin û çûn.

    Di çûna Dilovên ya Amedê, pi?tî 25 salan, Dilovan ?opa Bozo derxist. Ev bûyer hanî bîra wî. Her çend 30 sal jî ji ser vê bûyerê derbas bûbûn, ew dîsa her wek berê bi hev re ji xwe re kirin ken. Te digot qey sih sal di navberê re derbas ne bûbû. Kenê Bozo hîna jî wek berê wisa bi xirrînî bû: xix xix xix, xix.. Te digot qey dîsa qirika wî xetimîye. Dasiyê masî tê re çûye û qet jê ne diderket.

    Her du hevalên kevin, ji hev re gotin ku ’li dunyayê me ev çend pintîtî dît, lê belê wek pintîtî, gemarî, necamêrî û pîsîtiya Kabo, me li çi derekê jî ne dît. Bindestiya Kabo, bindestiyek bi dil û ji dil bû. Ev neba?iya wî, tev ji ber hesta bindestiyê bû. Ji ber ku li vê dunyayê; çi ti?tek ji bilî bindestiyê nîn e ku mirovan wisa pîs û neba? bike.

About The Author