Kerkûka min

Dayê ez vame ezim kerkûk

Kurd im ez kevnare dîrok

Ji min neqerin, min bixin bûk

Li bejna min kin, xemil û serok

Bilîlînin û bêjin dîlok

Ezmanê min tev bibe kevok

Ez xwe?ka ?ingal û Dihok

Çawa  ji hev kin go?t  û neynûk

Dayê ez va me ez im Kerkûk

Em te nahêlin li vir ?êrînê

Emê çêkin pêla ji xwînê

Bûka welat kaniya jînê

Wela dijmîn her dizane

Tiwî dilê Kurdistanê

Ji bîr nabe sonda Berzani

Ji te qurban kin can û xanî

Kesk  û sor û zer û sipî

Ewe kirasê te yê bûkani

Em  te nadin bi erzanî

Ewe hatin zêrevanî

Xeml û xêla te bi xwer ani

Te rizgar kin ji hemi alî

Ez nebînim wan çavên bi girî

Ewe nêzik bû azadî

Ti warê Kurdan her tu zanî

Ti ne Ereb û Turkumani

Ti awaz û helbest û strani

About The Author