Lê binerin û dirêj bijîn

Li Almanya lêkolînek ecêb çêbû. Zanyarên Alman, pênc salan lêkolînek li ser 500 zilamî çêkir û encamên balkê? derketin holê.

Li gora lêkolînê, zilamên ku li memikên jinan dinerin dirêjtir dijîn û tendirustîya wan ji zilamên ku li memikên jinan nanerin, çêtir û saxlemtir e.

Li gora lêkolînê, zilamên ku li memikên jinan nanerin û fedîkoyî ne, zûtir nexwe? dikevin û dilê wan zû diweste. Lê zilamên ku li memikên mezin ên keç û jinan dinerin, xwîna wan zêdetir dikele, zêdetir germ û bi kelecan in û girêza devê wan metro û nîvekê diherike. Ev jî dibe sebeb ku beden ciwantir bimîne, dil xurttir lêxe û zû bi zû raserî nexwe?îyê neyê.

Ez serê we neê?înim, zanyarên Alman jina xwe ji xwe berdidin û dibêjin: „Heçê li memikên keç û jinan nenerin, zû dimrin û hetta ciyê wan jî cehneme ye“ filan û fîstan.

Ji min û zanyarên Alman gotin kaka. Hûn dinerin yan nanerin hûn bi qîma xwe ne..

Berlîn

About The Author