‚Werin em bi hev re arî?eyan çareser bikin‘

Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî di rêwresma raperîna 1991ê, salvegera 11 Adara 1970 û azadkirina Hewlêrê de gotarek pê?ke? kir. Barzanî, di vê gotara xwe de ge?edanên vê dawiyê yên li herêmê pêk tên nirxandin û pi?tevaniya daxwazên gel kir.

Vîdyoya axaftina Serok Mesûd Barzanî û nûçeya nivîskî ya derbarê rêwrewsma rizgarkirina bajarê Hewlêrê

Bi boneya 20 a salvegera azadkirina bajêrê Hewlêrê ji destê sistema Be`s serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li berdeam kombûneke cemawerî ya li bajêrê Hewlêrê gotarek pê?kê? kir. Serokê herêma Kurdistanê di gotara xwe de ragihand, ku ew amade ye guh bide daxwazên hemû kesan û weha jî got, ku ew hemû kesên Kurdistanî wek bira û xwi?kên xwe dibîne û erkî wî ye, ku xizmeta wan bike.

Serokê herêma Kurdistanê Mesêd Barzanî evroj be?darî di dêrendazên salvegera azadkirina bajêrê Hewlêrê û bi bîranîna rêkevtinnameya 11 ê adara sala 1970 de kir û gotarek pê?kê? kir.

Serokê herêma Kurdistanê ragihand: Ez dixwazim bê perde gotara xwe pê?kê? bikim û ez radigihînim, ku niha krîzek heye û yan ew dirist bûye û yan jî ji me re hatiye diristkirin.

Serokê herêma Kurdistanê weha jî got: Ez du agendayan dibînim, yek ji ewan agendatyan daxwazên xelkê ne û ez bi ewê agendayê re me û ewa din jî ew e, ku hinek partî suwarê çepolên wê bûne û ez ne bi ewê agendayê re me û ew herdu ti?t du ti?tên cuda ne û ez xwe ji hemû kesên din bêtir xwe nêzîkî daxwazên xelkê dibînim û berdewam bi hukûmeta herêmê re hewil didin, da ku sazkarîyan encam bidin û hûn dê 3 heta 4 heyvên din bi çavên xwe encamên ewan sazkarîyan bibînin.

Serokê herêma Kurdistanê weha jî da xuyakirin: Ez xwe nêzîkî desthilatê û opozisiyonê dibînim û ez ji xelkê Kurdistanê re dibêjim, ku hûn bi xwe ayindeya xwe biparêzin û we pêywîstî bi ti kesî jî nîne.

Mesûd Barzanî weha jî got: Ewe çend caran bi hukûmetê re kombûn saz kiriye û me behsa gendelîyê (fesadê) û kêmasîyan kiriye û em ji rastîyê û reyalîteyê dûr nakevin û narevin û em bi temamî berpirsatîyê werdigirin û qebûl dikin.

Serokê herêma Kurdistanê di be?ekî dinê gotara xwe de got: Berî serdana xwe ya ber bi derveyê herêmê ve, ez bi partîyan re kom bûm û min ji wan re got, ku bi gi?tî nepeyivin û pê?inyarên xwe amade bikin, da ku dema ez vegerîyan em bi hukûmetê û parliyamentê re behsa wan bikin, belê mixabin ji devla (?ûna) ku ew bernameyên xwe yên ji bo karsazîyan amade bikin, amadekarî ji bo dijwarîyê hat kirin û ew suwarê ?epolan bûn.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: Xwepê?andan mafê rewayê xelkê ye û ti kes nikare rê li xwepê?andanê bigire. Hûn ên cemawer we ew desthilat anîye û her dê hûn jî bikaribin ji ser kar bibin û nehêlin. Daxwaz min ji hêzên polîs û asayi?ê jî ew e, ku ti demekî di rûyê cemawer de nerawestin û rû bi rûyê wan nebin û hevwelatî jî dijwarîyê bi kar nehînin û werin em bi hev qebûlkirin arê?eyan çareser bikin.

Serokê herêma Kurdistanê got: Tema?e bikin av çendî nerm e, belê tu hêzek nîne pê?îya wê bigire. Ev desthilat jî bi zordarî nehatiye û di hilbijartinên sala 2009 de bi piraniya dengan hatiye.

Serokê herêma Kurdistanê di dirêjîya gotara xwe de weha got: Hinek alî heger hilbijartin bi dilê wan nebe gilîyan lê dikin û weha dizanin, ku hemû ew kesên bîyanî û çavdêrên din wijdana xwe diguherin û bi nerewayî pi?tevanîya PDK û YNK dikin, me pi?tî hilbijartinên sala 2009 daxwaz ji opoziyonê kir ku be?darîyê di hukûmetê de bikin, belê hinek alîyan bi ba? zanîn wek opozisiyon bimînin û em li ser evê bawerîyê ne, ku me opozisiyoneka wisa hebe, ku çavdêrîya hukûmetê bike û bi me ew karekî ba?tir e.

Serokê herêma Kurdistanê weha jî got: Bila kes muzayedeyê bi ser me de neke û her kes behsa demokrasîyê û nerîna gel dike, bila guh bide gotara min a ku min di sala 1991 de li Raniya pê?kê? kir. Ez neçar im, ku bi a?kirayî, bi kurtî û bi Kûrdî hilwestê xwe nî?an bidim û rabigihînim, ez bi daxwaza rewa ya xelkê re me û em û hukûmet dê wan pêk bihînin, me bi xwe alaya karsazîyê (reformê) rakir û spasîya hemû kesekî jî dikim, ku alîkarîya me bike, ji me re bibêje ew jî projeyeka karsazîyê ye û projeya xwe pê?kê?î me bike.

Serokê herêma Kurdistanê got: Ew partîyên ku suwarê ?epolan bûn, heger armanca wan karsazî ye bila bihên û bi kirdar karsazîyê encam bidin û heger jî ew dixwazin be?darîyê di hukûmetê de bikin, bila guft û goyan bi PDK û YNK re bikin û em pi?tevanîya hukûmetekê dikin, ku bingehê wê berfireh be yan jî heger armanca wan guherîna desthilatê ye, li wir pirsyarek heye û ew jî ew e, ku ev desthilata niha bi pirranîya dengên xelkê hatiye danîn, belê li kudera cîhanê alîyên kêmanî daxwaz ji pirranîyê dikin, ku dest ji desthilatê berdin, heger armanca wan guherîna sistemê be em dê ji bo nerîna gel û cemawer vegerin û bila xelk dengê xwe bide, heger jî armanca wan ve?artin û ji holê rakirina dîroka tije serwerî û serbilindîya Kurdistanê ye, heger hûn ên cemawer razî bin hîngê em jî razî ne.

Serokê herêma Kurdistanê got: Werin em hemû girêdayî qanûnê bin û guhertin jî bi rêyên qanûnî dihên kirin û bi rêyên neqanûn guhertin nabin.

Serokê herêma Kurdistanê weha jî ragihand: Bila em hemû bi berpirsyarane kar bikin û ev millet, ew 8 hezar sal in, ku evê kelheyê (kelheya Hewlêrê) diparêzin û dikare evê rew?ê jî biparêze û ez we dilhêsayî dikim, ku ew ezmon têk naçe (xirab nabe) û ti kes jî nikare têk bide û hê?ta birrînên me kûr in, gerek em wan sarêj (derman) bikin û nabe em ewan birrînan bêtir kûr bikin û bêtir ê? û keleman bigihînin milletê xwe.


Peyamner News Agency

About The Author