Xalê me Bûrkay îmana ba?qan teneke kir

Li ser bextê çapemenîya dewleta virqo be, dibêjin xalê me Kemal Bûrkay hevpeyvînek qerase daye rojnama Vatan ê û çend lotikên bêîman avêtine. Pi?tî tehdîtên TEQ û REQ ê û derzîtêrakirina ba?qan Ocalan, 41 rew?enbîrên Kurd û hinek rew?enbîrên Tirk nerazîbûna xwe nî?an dan û tehdîtên ku li M. Metîner, O.Mîroglû, Muhzîn Kizilkaya û ?ivan Perwer hatine kirin, rûre? kirin.

Werhasil, li gora çawî? û generalên rojnama Vatan dibêjin, xalê me Kemal Bûrkay çend lotikên bêîman li serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan xistiye û îmana wî teneke kiriye.

Li gora ku fitne û fesad dibêjin, xalê me Bûrkay gotiye ku „Kurd cuda ne û PKK cuda ye, Ocalan jî di?ibe Qeddafî“ û pêde çûye.

Xalê me Bûrkay, bi ?e? telaqan sûnd dixwe û gotiye ku pirsa Kurd tenê bi Ocalan çareser nabe, pirs bi partîyên siyasî, bi rew?enbîrên Kurd û bi gelê Kurd çareser dibe û mesele anîye ser ?ivanê me.

Xalê me Bûrkay, xwedî li ?ivan derketiye, ?ûjinek di pi?ta stuyê ba?qan Ocalan rakiriye û gotiye:“Ji bo ku ?ivan xwestiye di TRT6ê de bernameyekê çêke û hevdîtin bi Bulent Arinç re çêkiriye, tê tehdîtkirin. PKK û Ocalan kesên ku ne li gora serê wan e herdem tehdît kirine û dike. Doh jî wilo bû û îro jî. Pol Pot jî ?ore?ger bû, lê zilma ku li gelê xwe kir li holê ye. Desthilatdarîya kesekî dîktatorî ye, a?tî bi vî awayî nayê. Gelo ku bang li Ocalan bikin, ewê neçe TRT6ê?“ û ajotiye.  

Ez serê we neê?înim û nekim wek kundirên Mêrdînê, xalê me Bûrkay gotiye ku ewê pi?tî hilbijartinê vegere welêt.

Lê ez meraq dikim gelî xwendevanan:

Gelo pi?tî vegera xalê me Bûrkay, wê serê du beranan di bero?ekê de bikele?

De xwedê aqûbeta me Kurdan xêr bike rebî….

Stenbol

http://haber.gazetevatan.com/Haber/364499/1/Gundem

About The Author