Çend bûyerên ji hev cuda…

Ev serê mehekê ye ez mîna xiltan di bin axê de dijîm. Ez fetisîm, ez gêj bûm, ez kor bûm, ez tenegihî?tim û min got, “Êdî bes e!”...

Min qulek di erdê de vekir û min serê xwe di wê qulê re derxist û min li dora xwe nêrî. Ez çi bibînim, ez çi bibihîzim? Agir bi erdê ketiye, dinya ber bi xerakirinê ve herikiye û tew haya min ji van bûyeran çênebûye. Ez fikirîm, min got bi ?erefa Kermodibo li ser van bûyeran ez nivîsarekê amade bikim û bavêjim ser malperê ji gi?î çêtir e. Ezê kurt kurt li ser van bûyeran bisekinim.

Mêjî û Nêrîna Xwe Biguherin!

Êdî bêhna hilbijartinê ji her derê tê û difûre. Hemû partî bi hev re ketine qayî? û pê?baziyê û berendamên xwe hêdî hêdî kif? dikin. Her wiha partiya me BDP jî di nav de…

Altan Tan, di feysbûkê de berendamtiya xwe ya ji BDP ê, bi hezkirî û bi alîgirên xwe re parve kiriye. Bi ya min ev gavavêtineke girîng û ba? e. Ji ber ku bi salan partî, dezgeh, sazî û rêxistinên me himbêza xwe ji gelek kesên ku ne li ser fikra wan re venedikirin, ev yek dibû sedema têkçûyînê…

Gelê kurd ji sedî 70-80 oldar in û bi bîr û baweriyên xwe ve girêdayîne. Bi salan partî, dezgeh, sazî û rêxistinên me ji pi?tgiriya pir kesan bêpar man. Bi tenê wek ateîstan, weke kesên li dijî ol û baweriyan hatin dîtin û pi?tgiriya van kesan nebû qismetê wan, an jî nekirin qismetê xwe…

Bi ya min, di vê hilbijartinê de BDP divê xwe ji vê nerînê rizgar bike û himbêza xwe ji hemû Kurdan re veke. Çi ol, çi bawerî, çi nêrîn, çi îdeolojî, çi reng, çi deng hemû kesan himbêz bike.

Weke min gavika din jî qal kiribû, gelê Kurd piraniya wan oldar in û bi ola xwe ve zêde girêdayîne. Divê BDP jî vê rastiyê bibîne û pa?guh neke.

Altan Tan ji bo ?ikênandina vî mêjî û vê nerînê fersendeke ba? û pirr girîng e. Divê endamtiya wî bê pejirandin û di kesayeta wî de deriyê partiyê û deriyê dilê xwe ji hemû kurdan re vekin. Gavavêtineke bi vî rengî, bi vî ?iklî çêtir e ku BDP bi partiyeke Kemalîst re hevkariyê bike û bi hev re têkevin hilbijartinan…

Altan Tan, kurdekî zana ye, dilsoz e, jîr e, wêrek e û xwedî bingeh e. Pêdiviya me Kurdan bi siyasetmedarên jîr û zana; bi kesên dilsoz, dilrehm, bixwebawer, jêhatî û kurdîzan heye. Heqê kesî tune ye, siyaseta Kurdan têxe destê kesên kurdînizan û ne kurd û nezanan… Kesên ku di parlamentoyê de wê kurdan temsîl bikin, divê berî her ti?tî ji ziman, çand, kevne?opî, bawerî û dîroka Kurdan haydar bin.

Rê li ber Altan Tan û yên wekî wî vekin. Piralî binêrin û bifikirin. Êdî bes ji hev bibehecin û bes çavên hev derxin. Ji bo ti?tên erzan, ji bo ti?tên ne hêja, ji bo berjewendiyên pûç û vala henekê xelkê li xwe neyînin û ne barînin. Nebin listikên Elo û Welo. Xwe di destê ne mirovan de nekin pêlîstok. Hêza xwe bikin yek û dijmin bilerizînin. Heger hûn ji hemû Kurdan re deriyê dilê xwe vekin, ew ê kes nikaribe xwe li ber hêza we bigre. Ji bo 35-40 milyon kes bi dehan partî hene, ji bo 25 milyon Kurd bi tenê partiyek e. (Heger hemû partiyên me xwe bikin yek) Dema hûn li gor xwestek û daxwazên hemû Kurdan tevbigerin, hûn hemû Kurdan weke hev bigrin û hûn bi rêz û hezkirin herin ber deriyê her kurdî/ê, bawer bikin, hûn ê ne ji %10 an, hûn ê ji %15 an jî bistînin. Heger hûn himbêza xwe ji hemû reng, deng û baweriyan re vekin, ne bendav, bavê bendavê jî, kalikê bendavê jî wê nikaribe xwe li ber we bigre…

Erdhej Û Tsûnamî!

Li Japonyayê erdhej û tsûnamiyê kevir li ser kevir nehi?t. Pêlên avê weke keriyên pez mirov dan ber xwe û bi hezaran mirî û kesên wenda hene…

Kesên mirî hey mirin. Lê kesên wenda, dibêjin ji niha pê de wê jiyana xwe di bin avê de weke masî, marmasî, beq û reqan bidomînin…

Îbo Tatlî-îsot

Doh ji alî kesên nediyar (dibe ku diyar bin jî) Îbo brîndar bû; ji alî çar an jî du kesan ve gule lê hatin re?andin. Guleyek li serê wî ketiye û rast derew nizanim, xêr û guneh di stûyê sîxurên me de be, dibêjin wê guleyê mêjiyê wî tevlîhev kiriye.

Û ji niha pê de, heger Îbo bifilite jî, wê nema karibe stranan bi tirkî bibêje, mêjiyê wî hêla ku bi tirkî difikire pûç bûye, mirî ye. Ji ber vê jî bi tenê wê karibe bi kurdî stranan bibêje…
Ev jî tê vê manê; ji sedî sed ev fêlekî Kurdan e!…(Bêmane!)

About The Author