HELEPÇE Û ENFALAN JI BÎR NEKIN

  Di jîyana miletan de rojên nirxbilind ku çi caran nayên jibîrkirin û neyên jibîrkirin hene. Hinek ji wan ji bo xwe?î û serbilindîyê, hinek jî ji bo xemgînî û ?îngirtinê ne. Îro roja xemgînî û ?îngirtinê ye. 23 sal berî niha di 16. 3. 1988 an de, dewleta Iraqê ya di bin serokatîya Sedam ê fa?îst û generalê wî yê xwînxwar Elî Kimyewî, li bajarê Helepçe jenosîdek li ser Kurdan pêk anîn. Ev jenosîd  bû sedmê ku?tina 5.000 ?ehîd û 10.000 birîndaran.

Ew roj di dîroka Kudan de kirin roja herî re? û tarî. 23 sal di navberê de derbaz bûne, lê hêjta bandora wan jahrên kimyevî di heremê de xwe nî?an didin. Piranîya kesên li wê heremê dijîn nexw? in, zarowên ji dayik dibin jî piranîya wan kêm endam in.

 Li gor statîstîkan nexwe? û kêm endamên Helepçê 3-4 caran ji yên Hîro?îma û Nagazakî zêdetir in.  Em Kurd divê vê rojê hertim bi bîr bînin û zanîbin bê destkevtîyên Kurd û Kurdistana ba?ûr yên îro, li ser kîjan zehmetî, qetlîam û nirxan gihi?tine vê merhelê.

Divê em Helepçê ji bîr nekin û ji bo bîrnekirinê:

1-      Zarowên keç ên ku di wê rojê de bên dinê, navê wan Helepçe deynin.

2-     Em li kîjan deverê bin, di wê kêlîya qetlîambûyî de rabin pîyan û yek deqîke li ser pîyan bisekinin û sîyaneta xwe nî?an bidin.

3-     Di vê roja ?înê de,wek hi?areta ?înbûnê, qirewat, qutik/gomlek/ bedil an jî qurdelek ?în li pêsîra xwe vekin.

4-     Her Kurd di mala xwe de ji bo Helepça ?ehîd û ?ehîdên Helepçê, findan/ mûman pêxin. Ev awa divê ji bo jibîrnekirina Helepçê bibe toreyek û heta hetayê bimîne.

Bi vê minsebetê bejna xwe ji bo ?ehîdên Helepçê û Enfalan ditewînim, ji bo birîndar, nexwe? û kêm endaman tendurîstî û ji bo malbatên wan jî sebrê dixwazim.

HELEPÇE Û ENFALAN  JI BÎR NEKIN !……

      BIMIRE DIJMIN!

      BILA  BIJΠ KURD  Û KURDISTAN  !

About The Author