Her bijîn xort û keçên demoqrat!

Xortên Demoqrat bi rengên netewî pê?waziya Newrozê kirin

Xortên Demoqrat yên Amedê di pîrozbahiya Newrozê de wek salên berê bi rengên xwe yên netewî Newroza xwe pîroz kirin.

Di Newroza Amedê ku nêzî milyonek Kurd be?dar bûn, ti rengên netewî xuya nedibûn. Lê xortên demoqrat yên Amedê wek par û pêrar bi dehan alên Kurdistanê û posterekî mezin ê serok û rêberê ?ore?a Kurd Mele Mustafa Barzanî li qada Newrozê bilind kirin û bi hilgirtina poster û alên Kurdistanê li seranserê qadé gerandin.

Xelkê Amedê bi bilindkirina poster û alayên Kurdistanê matmayî man û bi germahiyek mezin û bi co? tevî vê gerandinê bûn û alên Kurdistanê dest bi dest ji aliyê xelkê ve li qada Newrozê hat gerandin.

Gelek balké? bû ku, di vê heyecanê de jin û xortên demoqrat bi yek dengî dirû?mên Yan KURDISTAN Yan Neman û Bijî KURDISTAN li qada Newrozê bi dengekî bilind qîriyan.

Wek tê zanîn, li Amedê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê BDP’iyan ve tê organîzekirin. Di vê organizeyê de her tim ji daxwaz û bendewariyê Kurdayetiyê dûr dimînin û ew rew? jî gelek caran ji aliyê xelkê Amedê ve ti car nehatiye pejirandin.

Xortên demoqrat li Bakurê Kurdistanê ji kêmanî û bê dengiya netewayetî gelek caran nerazîbûna xwe bi çalakiyên cûr be cûr nî?an didin. Daxwaza wan ew e ku li bakurê welêt bi bingehek Kurdewarî û bi xetek netewayetî bibin bersiva kêmaniyên siyasî.

Amed

About The Author