Xwîna Kurdan rijand niha jî Newrozê pîroz dike

Yek ji endamê çeteya dewleta kûr û tetikê?ê wê Ayhan Çarkin, tevî malbata xwe û hevalên xwe be?darî Newroza Stenbolê bû û xwest derkeve ser dikê û lêborîna xwe ji kurdan bixwaze.

Ayhan Çarkinê ku ligel çeteyên dewletê û JÎTEMê kar kiriye û xwîna gelek kurdan rijandiye, ji rojnameya Radîkalê re ragihandiye ku, ew dixwaze li xwe mikur were û lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze. Çarkin dibêje, ‘Ez ji aliyê ergenegûyê û JÎTEMê ve hatime bi kar anîn û heger bê xwestin, ez karim hemû serpêhatiya xwe ya qirêj vebêjim.‘

Çarkin dibêje, ‘Ez yek ji endamê Tîma Taybet a ji 320 kesan pêk dihat bûm. Heta sala 1990î li herêmê bûm. Me hemûyan li wir xwîn rijand. Me xedariyeke mezin bi wan însanan kir. Me gundî rût û tazî dikirin û me lêdan li wan dikir… Ev ne têko?îna bi terorê re bû, ev rasterast xiyanet bû.’

Ayhan Çarkinê ku pi?tî qezaya li Susurlukê çar salan di girtîgehê de maye dibêje, ‘Di jiyana min de du Abdullah hene, yek Abdullah Çatli yê din jî Abdullah Ocalan e. Herdu jî xwedî wesfên lîdertiyê ne. Ez hurmetê ji rêberiya Abdullah Ocalan re nî?an didim. Ew dixwaze bes xwîn birije. Wî heta niha ji gelê tirk û alaya tirk re bêhurmetî nekiriye. Ji gelê Kurd jî rica dikim ku hurmetê ji alaya Tirkiye re nî?an bidin.’

Her wiha Ayhan Çarkinê tetikê?ê çeteyên dewletê, hewar û gaziya xwe ji serokê PKKê Abdullah Ocalan kiriye û xwestiye xwedîtî û alîkariya Tirkiyeyê bike. Li gor Çarkin, ergenegû û kirdarên rûdanan hemû li derve ne û hê jî kesên wekî Mehmet Agar û Îbrahîm ?ahîn li ser van karên xwe yên kirêt nehatine lêpirsînkirin û sizakirin.

Ayhan Çarkin, behsa gelek bûyer û rûdanên li bakurê Kurdistanê bi destê çeteyên dewletê ku ew bi xwe jî yek ji tetikê?ê wê bû dike û bangî dewletê dike, da ku pê?niyara Abdullah Ocalan a Komisyona Lêgerîna Heqîqetan were damezirandin û ew bi xwe jî dikare here hemû serpêhatiyên xwe yên salên berî 1990î li wir vebêje.

Çarkin, xwe wek kesekî rastî îxaneta heval û serokên xwe hatiye dinirxîne û ligel xêr û gunehên xwe dixwaze, ji aliyê kurdan ve bê efûkirin û destê xwe yê bi xwîn jî bi vî awayî paqij bike.

Gelî lotikvan, kurdîhez û Kurdistanperweran, hûn jî dibînin qesasên kurdan yeko yeko li xwe mikur tên û bi dek û dolaban dixwazin bêyî ku tu cezayî biki?înin xwe bi wan bidin efûkirin.

Xuyaye kesên mîna Ayhan Çarkin, hê jî bi dil û can ji bo dewleta xwe dixebitin, dixwazin bi awayekî nermik û germik dewleta xwe ji kirêtiyên berê paqij bikin û ev jî ne bes e dikevin bextê kurdan da ku rehma dilê gelê Kurd, ji bo xwe ji gunehê xwe bi?on bi kar bînin. De xwedê ya bi xêr û selametî bike rebbî…
Stenbol

About The Author