REŞREŞK

 

  ?ÎFAYA (dermanê) HEMI DERDAN 

 NÎGELLA  SATÎVA

Re?re?k hê?înhatek (nebatek ) ji malbata  giyaziviran (kulîlka dawetê ) tê hesibandin. Bejna wê bi tîrane li gor cûre 20 – 80 cm bilind dibe û gelek çiq jê diçin. Belgên wê li ber navtengê derdikevin, kesk an jî hinekî zerane bi awayek guherbar derdikevin û di?ibehin yên sibitê (tere ). Kulîlkên wê spî, peyazîyane yan jî binev?î ne. Pelên kulîlkan dilane yan jî hêkane ne. Di derdorên nava kulîlkê de 30 -50 tozdankên dolkirinê hene. Fêqîya wê wek qapsûlek gurover, ji 5-6 dûzî, di serê her dûzî de tîrikek wek antênên radyoyan heye û di?ibe ya xa?xa?ê . Di nava wê qapsûlê de bizrek hûr û re? heye. Ji wî bizrî re “re?re?k” (an jî kuncîyên re? ) tê gotin. Gelek cûreyên re?re?kan hene . Lê yên herî navdar  Misrî, ?amî, Afrîqî û yên kûvî ne (çolî-bejî) . Têdahîyên wan hema- hema wek hev in . Ti?tên wan yên ji hev cuda rengê kulîlkan û bilindahîya bejna wan e. Ji re?re?kê rûn tê derxistin û ji bo gelek cûreyên dermanên xweristî di sanaîya dermanan de tê bikaranîn. Herweha wek biharat ji bo çêjin û tamxwe?kirinê li ser hemû cûreyên xwarinên hevîrî tê re?andin. Bi Almanî navê wê “ Schwarkûmmel,  bi Tirkî jî “Çorekotu “ ye.

Wilat û dîrok: Welatê  re?re?kê Mezopotamya û Anatolî ye. Ji wir çûye Misrê, Hîdistan, Îran, Afrîqa bakur. Pa?ê Ewropîyan ew nas kirîye, wan jî bi xwe re birine Amerîkayê. Dîroka wê xwe digehîne 10.000 salan. Lê ji 2000 salan virde ye çandinîya wê tê kirin. Alimên îslamî yên wek Îbn’î  Sîna jî gelek dirêj behsa wê dikin. Heta niha bi 1000 lêkolîn û 10 an pirtûk li ser hatine nivîsandin. Tenê Prof. Dr. Ahmet Topta? pirtûka xwe ya li ser re?re?k ê de 200 çavkanîyan nî?an dide.

Berhevkirin: Di meha Êlûn û Cirîya Pê?în de qapsûlên wê tên berhevkirin, pa?ê tên daqutan,  bizrê wê tê derxistin, hi?kkirin û di nav firaxên çîgo û cam de bi devgirtî tên hilanîn. Pa?ê li gor hewcedarîyê tên hêran û bikaranîn. Yên mayîn jî di?înin a?an an jî fabrîqan û bi awayê dewisandin (preskirin ) rûn jê tê derxitin û xebitandin.

Têdahî : Di re?re?kê de ji 115 an zêdetir mîneral, proteîn, rûn û vîtamîn hene. Emê li vir  navên hinekan binivîsin. Cûreyên rûnên sabit, cûreyên rûnên frok û esansî, Magnezyûm, Selen, Çînko,  Proteîn, Karbonhîdrat, cûreyên tanînan, cûreyên sponînan, Melathîn, Nîgellîn, cûreyên asîtên rûn, Omega 3, 6, 9 ,Provîtamîn A (beta karoten ) Vîtamîn H ,B1,B2, C û hwd.

Li gor lêkolînên van salên dawîn yên zanistî, heta niha 115 madeyên bandorker di re?re?kê de hatîne dîtin. Ji wan % 21 Proteîn %35 cûreyên ?ekirîn, %35 rûn,  % 3-6 xwêyên madenî û madeyên din. Yên di rûn de ji % 18  asîtên rûnên têrbûyî  %24 rûnên yekane (omega 9 ) % 58 rûnên asît ên ( omega 3 û 6 )

Kêrhatî: 1- Ji bo hemi ava û cûreyên nexwe?îyên rêyên bêhndan û standinê. 2- Ji bo  sîstema  givirandin û mehandinê. 3- Ji bo sîstema dil, reh, jîy û kezîyan.  4- Ji bo sîstema valakirinê. 5-Ji bo sîstema çerm û cild. 6- Ji bo hemi awa û cûreyên nexwe?îyên jinan. 7- Ji bo tenduristîya zarowan. 8- Ji bo pirsgirêkên hukme jin- mêrî (balixbûn ). 9- Ji bo hemi awa û cûreyên pence?êhran. 10- Ji bo tenduristîya rûhî. 11- Ji bo hemi awayên edavan (kurmîbûn ) bikêrhatî ye.

Wek Pêxemberê Îslamê SWS  gotiye: “ Xwarina re?re?k ê bidomînin. Di wê de ( mirin ne tê de) ji bo hemi derdan ?îfa heye”

Gotinê pisporan di derbarê re?re?k ê de:

Di derbarê re?re?kê de bi 1000 an lêkolînên kilinîkan û ceribandinên ser mirovan û heywanan hatine kirin. Bi 1000 an maqale û bi 10 an pirtûk hatîne nivîsîn.

Di lêkolîn û ceribandinên ku di sala 1997 an de li London Ûnîverîsîta Kîngs College hatine kirin, derketîye holê ku re?re?k du cûreyên rûnan dihewîne (îhtîva dike ) ji % 45 antî  enflamatuar (yên pê?îya edavan digire) % 33 jî rûnên sabit in.

Di lêkolînên ku di sala1989 an de li Unîversîta Çandinîyê ya Herzeromê  hatine kirin, tesbît bûye ku di rûnê re?re?kê de antî bakterîel (antîbîyotîk ) û antî mokozît (mantar) heye. Ew  ji madeya di nava wê de “ thymochînon “ pêk tê.

Prof. Dr. Olaf Adam û ekîba xwe, di lêkolînên xwe yên Enstûtûya Walter Strau de tesbît kirine ku ê?, edav û ji cih zelînên ( ?emitînên ) movikên ku sedemên wan xwarinên go?t in, tenê karin bi rûn, çay û xwarina re?rekê qenc bibin.

Dr. P. Schleiher, Dr. Muhammet Selah, Josef  Neumayer û Slîvîa ku van li ser re?re?kê pirtûk nivîsandine,  li gor çavdêrî , ceribandin û lêkolînên xwe dibêjin: “ Re?re?k li hember hemi alergîyan, bron?ît û astiman, zixt (tansîton ) ê bilind, nexwe?îya ?ekir, depresyon, hîperaktîvîte, ?ewb (zekem ), xirabûnên hormonan, arê?eyên berî ketina kincan, bê desthilatdarî, betilîna kronîk, lewazbûna konsentarsyonê, zikê?, hemi awayên enfeksyonan, nexwe?îyên êzimk ( bîrov- mantar) an, têrnekirina metabolizmayê, madeyên xisardar ên bedenê, bawîbûn, peçivîn, bêhêzî ,bêdermanî, bêhalî, serê?, mîgren, edavên di organên hêvênî ( zêdebûnê – ber’danê ), bêhêzîya îmmûn, pirzik, brîn, zû xwe?bûn û bi xwevehatînê tê bikaranîn.

Prof. Dr. Ahmet Topta?,  li ser re?re?kê pirtûkek nivîsîye, ji dervayî lêkolîn û ceribandinên xwe, 200 çavkanî nî?an dane û dibêje : “ Re?re?k ji bo hemi nexwe?îyan derman e. Ji ber ku zanistîya (ûlmê) tib’ê bi tenê ji ti?tekî pi?trast e . Ew jî  hêz û sîstema xwebixwe qenckirina bedena mirovan e. Dema em weha lê binerîn, re?re?k sîqal (eyar ) kirina sistema xweragirîn û xwebixwe xwe?kirina bedenê hazir dike û  hêmen (ûnsûr ) ên ku nexwe?îyê çêdikin ji holê radike. Re?re?k  li hember nexwe?îyên di roja me de bûne bela serê me û hê jî giringîya xwe diparêzin yên wek zixta

 (tansîyon ) bilind, kolestrol, nexwe?îya ?ekirê pîrîtîyê, kîloyên zêde, bawîbûn, astim, alerjî û nexwe?îyên din ên kronîk bi awayek serkeftî tê bikaranîn”.

Re?re?k bêyî ku bedenê bê?îne, bi awayek sifik bandora xwe nî?an dide. Ew ne tinê arê?eyan ji holê radike, herweha hemi sîqalan (dengeyan) pêk tîne. Dibe ku di destpêkê de li nîk hinek kesan bêhalî peyda bibe; lê ew jî nî?ana bandora wê ya erênî ye. Re?re?k bandora xwe di 2-3 mehan de nî?an dide û mirov bi rehetbûnê dihese. Ji 6 mehan ?ûn de jî bandora rasen (esasî ) derdikeve holê (meydanê ). Pi?tî xebitandina 6 mehan, arê?eyên (pisgirekên ) astim, bêhntengî, alerjî, kolestrol, zixta ( tansîyon ) bilindû di ?ekirê pîrbûnê de pê?kevtinên giring derdikevin holê. Ji ber ku re?re?k denga bedenê sererast dike, ji bo azadbûna ji kîloyên zêde jî dibe alîkar.

Karanîn: 1- Çaya re?re?kê. 2- Re?re?ka bi ?îr. 3- Re?re?ka bi sîrke. 4- Mexcûna re?re?kê. 5- Krêma re?re?kê. 6- Tentûra re?re?kê

1-      Çaya re?re?k ê: 2 kevçîyên re?re?ka tazehêrayî bikin nav qedehek avê, ava kelandî berdin ser bila 15- 20 deqîqan bisekine û pa?ê vexwin. An jî 3 kevçîyên xwarinê re?re?ka nûhêrayî bikin termûz û lîtrek avê berdin ser, pa?ê heta êvarî navber bi navber vexwin.

2-     Re?re?ka bi ?îr: 200 ml ?îr bikelînin, kevçîyek rûnê re?re?kê û kevçîyek hingiv berdin nav û   3-4  hefteyan li pey hev vexwin.

3-     Re?re?ka bi sîrke:  100 ml sîrka sêvan û 50 gr re?re?ka nû hêrandî bi hev re bikelînin 50 gr rûnê re?re?kê jî bikin nav,  bila sar bibe û rojê 4 caran berî xwarinan bi 30 deqîqan kevçîyek xwarinê 3-4 hefteyan li pey hev jê vexwin.

4-     Melhema  re?re?kê: 50 gr re?re?ka nû hêrandî bikin nav 100 ml sîrka bi qalîte û bi hev re bikelînin, pa?ê 50 gr ni?asta (ni?a) toz bikin nav, tevdin, bi parzinin û bikin sarincê bila sar bibe. Pa?ê li gor hewcedarîyê ji bo xurê, pe?ivîn (werimîn) an bawîbûnê bi kar bînin.

5-     Tentûra re?re?kê: Ji bo her 20 gr re?re?ka nû hêrayê 80 ml alkola % 70 derece berdin ser, di ?û?ek devgirtî û ji cihek ji tîrêjên tavê dûr  4-6 hefteyan bisekinînin (lê her du rojan carekê bi?ilqînin). Pa?ê biparzinin û  bikin nav ?û?ek tarî, bi devgirtî di cihek hênik de biparêzin. Li gor hewcedarîyê rojê 3 caran kevçîyek ?êranî 3-4 hefteyan li pey hev jê vexwin.

6-     Mexcûna re?re?kê: Ji bo her 100 gr re?re?ka nû hêrayî 100 – 150 gr hingiv an jî do?av (dims ) û 200 gr tehînê tevlihev bikin, rojê 3 caran berî xwarinê bi 30 deqan kevçîyek ?êranî jê bixwin. Divê ev mexcûn 6 mehan li pey hev bê xwarin û ji bo tevahîya arê?eyên bedenê ?ifadar e. Tehîn û hingiv hem re?re?kê tamxwe?tir dikin û hem jî diparêzin. Her weha madeyên nava hingiv û vîtamîn E ya di nava tehînê de bandora re?re?kê zêdetir dikin. Hûn dikarin 2 kevçî hingiv, kevçîyek re?re?ka nû hêrayî û diranek sîrê qutayî bikin nav û bi wî rengî jî mexcûnê çêkin. Lê ew mexcûn hewceye her roj taze bê çêkirin û spêdê berî xwarinê (li xurînî) 3- 4 heftan li peyhev bê xwarin.

7-     Hûn dikarin kevçîyek hingiv û kevçîyek re?re?ka nû hêrandî tevlihev bikin û rojê du car kevçîyekî jê bixwin û 3-4 hefteyan bidomînin.

Karanîna rûnê re?re?k ê: Bandora rûnê re?re?kê jî kêm zêde wek yên re?re?kê ne. Lê divê rûnê sar preskirî be û safî be. Ji ber ku yê germ preskirî hinek têdahîyên xwe winda dike.

1-      Ji bo betilîn û karê giran çend dilopên rûn li nava herdu bihrû (brû), pî?ta guh û li panîya pîyê xwe xin û hinekî vemalin, wê hem westîyana we biçe, hem jî hûn di?ên xwe?tir binivin ( bikevin xewê).

2-     Hûn dikarin rûnê re?re?kê ji bo hemi ê?an, peçivîn, bawîbûn, qolinc û hi?kbûnên reh, jîj û kezîyan bi kar bînin.

3-     Hûn dikarin ji bo tedawîyên hemi nexwe?îyan 4- 5 dilopên rûnê re?re?kê bikin nav fincanek avê, qahwê an jî ava fêqîyan û rojê 2 caran vexwin. Lê kesên nexw?îya ?ekir pêre tune, hewceye pê re kevçîyek hingiv bixwin  ( ji berku ?ekir dadixe ).

4-     Li hember kapekê û we?îna por hinek rûnê re?re?kê li binê porê xwe xin û bi perixînin.

5-     Ji bo sînozîtê, spêdê û êvaran dilopekê berdin bêvila (kep-difin –poz ) xwe û  4-5 dilopan jî bikin nav fincanek avê û vexwin.

Têbînî:  Ji jinên dugîyan (hemil) re xwarina  re?re?kê û rûnê re?re?kê qedexe ye. Ji ber ku ihtimala zû zayîn û dergû? ( zarok ) xistinê  (berhavêtinê ) heye.

About The Author