ME JI KESÎ RE NEGOTIYE XIRPO !

  Li bajarek Tirkiyê dostekî me yê Kurd bi tevî çend hogiran rûni?tîbûn, yekî parsek kete hundur pere xwest.

 Xwedîyê mixazê got: Niha ez ne kêrhatî me (ne misaîd im) here “.

 Parsek bi devoka Erzirûmîyan heter kir: “ Abê nolur bo? gönderme beni, bir sadaka vêr (keko min dest vala ne?îne, sedeqekeyê bide) “.

 Yekî got: “ Tu ji kuderê yî?”

Parsek got: “ Ben Qerslîyem (ez ji Qersê me).

Xwedîyê mixazê got: De here lo xirpo, tu çima naçî ?”

Parsek neçû û cardin hetera xwe domand û got: “ Êê walah sen bene xirpo dêmi?sen, pere almadan getmem (Êê wele te ji  min re got ‘xirpo’ heta ez pere nestînim naçim)”.

Werhasil, bi ken û bi hêrs pere sitend pa?ê çû…

     Hinek kes wek benî?t bi me ve zeliqî ne. Me ji wan re negotî ye  “xirpo-tirko” jî dev ji pêsîra me bernadin, doz û dawa îmana me dikin. Ê bavo ma qey deynê te li me heye? An tu ?irîkê îmana me yî cîgerim? Me jî bi xwe re ka? û berka? neke, bi  sê  telaqê jin berdanê  “xweserî-xwelîserî’”, ji derdê Kurdistanê re nabe derman lo, wî !…

Ma qey bapîrên me bi tevî egala serê xwe ?a? gotine: “ Yê zane ji xwe zane, yê nizane mesela baqê nîska ne “. Ma ji vê bêtir ti?tek heye gelo ?

About The Author