Tirk dixwazin, lê hinek Kurd naxwazin

Rewşa başûrê Kurdistanê mejîyê Tirkan kiriye şorbe. Hinek ji serxwebûna başûrê Kurdistanê dibizdin, ditirsin û derpî dadigrin, hinek jî bi dudilî xwe nêzîkî meselê dikin û di erênayê de ne. Di navbera şorba nîskê û tirşikê de mane.

Piştî serdana Kasimpaşalî Receb, rojnamevan û rewşenbîrên Tirk mijara “Kurdistan”ê germ û nerm kirin û ha ha li ser dinivîsin. Êdî bê tirs navê “Kurdistan” bi kar tînin û hetta di televizyonan de jî tînin zimên.

Di vê derbarê de nivîskara Tirk û xaltîka nîjadperestên Tirk Nazli Ilicak (ku berê nîjadperestek temam û dijmina Kurdan bû), di bernama televizyonê (Basin Odasî) de lotikek germ û nerm avêt û got: “Mêrê min ji min berdayî be, ez ne li dijî serxwebûna Kurdistanê me. Çawa ku em Azerbaycanê wek tehdît û xeterekê nabînin, divê em serxwebûna Kurdistanê jî wek tehdît û xeterê nebînin” û da lotikan.

Ez serê we neêşînim, Tirk hêdî hêdî dadikevin xişxişê û mecbûr dimînin ku rastîya Kurd û Kurdistanê qebûl bikin.

Lê hinek Kurdên me çima ewqasî dijminatîya serxwebûna Kurdistanê dikin ez wê fêhm nakim.

De xwedê xêra Nazli Ilicak xanimê qebûl bike û xwelîya heft gundan bi serê hinek Kurdên me de bibarîne rebbî…

About The Author