Aferîn Demîrta? aferîn!

Gotina rast rast e, xwe? e û divê bê destekkirin. Ew dijminê te be jî, heger rastîyek anî zimên, divê meriv pi?tgirîya lotika wî bike û jê re li çepikan xe.

Piranîya melayên ku li Kurdistanê fermî melatîyê dikin, ji alî dewletê û MGK ve tên ?andin. Piranîya wan sîxur û berdevkên dewletê ne û ji bo asîmîlekirin, ji rê birin û ser?û?tina Kurdan dixebitin. Di waazên xwe de propaganda dewletê, Tirkbûnê û yekîtîya Tirkiyê dikin, keç û xortên me wek terorîst lê eskerên xwe wek ?ehîd bi nav dikin û bi navê bratîya îslamê dinihên kefenê 101 bavê me Kurdan, me ji rê dibin. Bawer bikin kengî go Kurdan dev ji van melayên dewletê berdan û li dû wan nimêj nekirin, aha wê demê wê Kurd bi ser kevin.

Di vê derbarê de hevserokê BDP cîgerim Selahattîn Demîrta? lotikek qerase û di cîh de avêt û ji Kurdan xwest ku nedin dû wan melayên qûnek ên dewletê û li dû wan nimêj nekin.

Selahattînê me bi ?e? telaqên jinberdanê sûnd xwar ku “ew melayên li Kurdistanê dizirin, mela û zilamên dewletê û Ferhûllah Gulen in û ew dewletçîtî, cemaatparêzî û Tirkbûnê li ser Kurdan ferz dikin, nîjadperestîyê dikin û tu ferqa wan û JÎTEM, cerdevan û tîmên taybet ji hev tuneye” û da bin dûvê melayên dewletê.

Ji xwe tê zanîn ku vê dawîyê MGK (Dezgeha Ewlekarîya Netewî) rol û erkek taybet da melayên dewletê û biryar dan ku wan melayên ?a?ikmezin, wek gêrik û mûrîyan bi?înin ser Kurdan û Kurdistanê carek din bi senteza Tirk-Îslam ê dagîr bikin.

Ez serê xwe û we neê?înim, Selahattîn Demîrta? lotikek pîroz û maqûl avêt û doxîn ji melayên dewletê ?emitand.

Hêvîdarim wê Selahattîn Demîrta? li ser gotina xwe bimîne û wê Kurdên me jî kurtanên melayên dewletê li xwe nekin..

Mû?

About The Author