Quzê Iraq, gunê Iraq û kîrê Iraq?

Rojekê Kurdekî bakurî û Kurdekî başûrî li hev rûdinên û sohbetê dikin. Yê başûrî ji yê bakurî re dibêje:

-Kaka ciyan, ev Tirk çima ji başûrê Kurdistanê re dibêjin “Quzê Iraq” kaka? Ma em quzê Iraqê ne navê quz bi dû me dixin? Ev segbav bo çi behsa “Quzê Iraq” dikin canekem?

Yê bakurî ji kenan girêz ji devê wî diherike û dibê:

-Kaka, “Quzê Iraq” ango “Bakurê Iraq” e. Lê “Gunê Iraq” jî heye?

-Çiiiiiii? Ma “Gunê Iraq” jî heye kaka?

-Erê erê, hahahahahahahha, Quzê Iraq hebe çima wê Gunê Iraq jî tunebe canekem!

-Siphan allaaaaaaa, îcar Gunê Iraq kuderê ye kaka?

-Ew jî Başûrê Iraqê ye..

-Ê baş e ruhekem, em “Quzê Iraq” in, Erebên Başûr jî “Gunê Iraq” in, îcar kî “Kîrê Iraq” e kaka?

Yê bakurî dîsa dibe tîqe tîqa wî dikene û bersivê dide:

Tirkiye, Îran û Sûrî jî “Kîrê Iraqê” ne kaka!

-Çiiiiii? Çawa “Kîrê Iraq” in kaka?

-Ji ber Tirkiye destê xwe, Îran lingê xwe, Sûrîye jî tilî û pêçîyên xwe dixin Iraqê, desttêwerdanan tê de dikin, alozîyan tê de çêdikin. Ew jî “Kîrê Iraqê” ne.

Yê başûrî hinekî diponije, difikire û dibê:

-Bi sê telaqên jinberdanê rast e. Ew segbav, Tirk, Ereb û Ecem bi kîr û gunê xwe nahêlin quzê me bi azadî bijî kaka.

Îcar ji alîyekî Tirkiye, ji alîyekî Îran û ji alîyê din jî Sûrîye bi her awayî desttêwerdanan di ba?ûrê Kurdistanê de, di “Quzê Iraqê” de dikin û bi navê reform û serhildanan Kurdekanên me bera hev didin. Îcar emê kengî kîrê wan dolheraman ji Quzê Iraqê derxin ez jî nizanim kaka….

(Quzê Iraq – Kûzey Irak- Gunê Iraq – Guney Irak)

Hewlêr

About The Author