Daxuyanîyek ji Be?ar Esed

Serokê Sûriyê Be?ar El Esed, bi rêya partîya me “Partî El Lotikxane” daxuyanîyek pê?kê?î awira gelemperî ya Sûriyê kir û çend lotik û zîtirkên Erebkî avêtin derûdorê.

Daxuyanîya qirikeloko eynen wilo ye:

Ji awira gelemperî ya Erebên qûnre? re..

Exûyî, hey min di we kirino! Law hûn çi ji min û malbata min dixwazin? Hûn gundî, birçî û parsekên kolanan çi ji azadî û mafê mirovan fêhm dikin? Go ne ez bim, hûn qûntazîyên kolanan ji ku karin dewletê deynin û raxin, hûn gundîyên kerçirên çi zanin dewlet çawa tê gerandin?

Em bêjin hûn Ereb hirç û hov in, nizanin azadî û heq û hiqûq çiye.

Lê hûn Kurd?

Binerin we azadî jî dît. We dewletek nîv serbixwe ava kir. Pi?tî we piçekî bêhna azadîyê kir, li we rabû, qûna we xurîya û we dest bi serhildanan kir, hûn hatin û tên lîztika dijminên xwe.  Hê we negot “bismillah” we li Silêmanîyê got “elhemdulîllah” û we da bin dûvê hev.

Îcar ya Kurd û Erebên çeqilmast!

Werin bi ya xalê xwe Be?ar El Esed bikin û dev ji wan lotikên beredayî berdin. Hefsarên xwe ji destê min û malbata min dernexin û wek ?êran, wek “Esed” bijîn.

Law soza mêrê xesandî be, ezê hefsarê we hinekî sist bikim û çend reformên hindik û rindik çêkim, çend hestîyan bavêjim ber we û dilê we xwe? bikim. Ezê nasnameya wan “Kurdên qereçî û parsek” bidim wan û bihêlim ku têra xwe ?ekir û birincê bikirin. Bi ?ertê go hefsarê wê di destê min de be, ezê bihêlim go ew sunnîyên doxîn?emitî partîyek îslamî damezrînin.

Di dawîya daxuyanîya xwe de ji bo go daxuyanîya min belav kirin, ez spasîya çawî? û ba?çawî?ên “Partî El Lotikxane” dikim, herdu gunikên wan radimîsim.

Bi aqil bin û dev ji van serhildan û berxwedanên ?eytanî berdin û xelas..

?am

About The Author