Kilîlîlîllî, Kasimpa?alî mesela Kurd safî kir!

Ji berê de bav û kalên me dibêjin: “Terîya kûçik rast nabe” û “Nanê Tirkan li ser kaba wan e”.

Dibêjin heft salan terîya kûçik xistine qalib, kêlîya ku terîya wî ji qalib derxistine, eynî tas û eynî himam, terîya wî rast nebûye, her û her wek xwe maye.

Îcar ev jî mesela me û Tirka ye. Hûn wan bi heft qalib sabûna Helebê bi?on jî, dîsa bêhna gennî ji wan tê û dev ji dek û dolabên xwe bernadin.

Serokwezîrê dewleta virqo Kasimpa?alî Receb, namzetên e?îra xwe da nasandin, jina xwe ji xwe berda û got:”Bi sê telaqên jinberdanê li Tirkiyê pirsgirêka Kurd tuneye, pirsên brayên min ên Kurd hene, lê pirsek etnîkî tuneye, kêf kêfa Kurda ye û TRT& zêdeyî serê wan û 101 bavê wan e” û da bin dûvê Kurdan.

Oxlim di derbarê namzetên partîya xwe de jî telaqên xwe avêtin û got:“Di nav namzetên me de kesekî ku cudaxwazîyek etnîkî û herêmî bike nîne. Zimanê fermî Tirkî ye, dewleta me yek e, ala me yek e, milletê me yek e û divê Kurd qîma xwe bi qursên taybetî bînin“ û zîtirkên bergîlkî avêtin derûdorê.

Ez serê we neê?înim, di dawîya lotikên xwe de Kasimpa?alî bi serê artê?ê û çeteya Ergenekonê sûnd xwar ku ewê rê nedin cudaxwazîyê, ewê nehêlin ku Kurd zarokên xwe bi Kurdî perwerde bikin û doza sîstemek îdarî bikin.
Îcar mesela Kasimpa?alî Receb jî ne mesela terîya kûçik be naxwe çiye? Hûn terîya Kasimpa?alî Receb ne heft salan, 101 salan jî têxin qalib, gava we ji qalib derxist wê dîsa bêje: „Tek dewlet, tek mîllet, tek dîl û tek bayrak“.

Ma yabo Kurdên me jî xwe di ser?oka wî de di?on û dibêjin: „Tek dewlet, tek mîllet, tek dîl û tek bayrak“ ha. Ma emê ji bo çi gazinan ji sermezino bikin….

Enqere

About The Author