Zor gîzerê radike

Pi?tî ku YSK namzetîya 12 endamên BDP veto kir û serê xwe xist kefenê 101 bavê xwe, Kurdên me bûn wek ciwangeyên nav garanê, bûn wek moz û kermê?an û dest bi çalakîyan kirin. YSK, AKP û dewleta kûr bawer dikirin ku wê Kurdên me wek peppûkan dengê xwe nekin û biryara YSK qebûl bikin. Lê dewleta Tirk li lotika xwe po?man bû û tifa xwe alast.

YSK, ango Dezgeha Bilind a Hilbijartinê, gûyê ku pijiqandibû derûdorê dîsa da hev, gûyê xwe xwar û namzetîya 6 endamên BDP Leyla Zana (Diyarbekir) M. Hatip Dicle Diyarbekir) Gulten Ki?anak (Sîîrt) M. Salih Yildiz (Hakkari) Sebahat Tuncel (Îstanbul; herêma 1-ê) û Ertugrul Kürkçü (Mersin) pîs pîs qebûl kir.

Êêêêê, bav û kalên me belasebeb negotine „Zor gîzerê radike“ kaka. Berxwedan jiyan e û heger ne ji berxwedanê be, bawer bikin wê Tirk kefenê 101 bavê me jî biçirînin. Ya ba? mirinek hebe bela mirinek bi xîret be û hûn sax.

De ji niha de wekîltîya Leyla Zana û Xatîb Dîcle pîroz û bimbarek be rebbî.

Amed

About The Author