DIKEVE BILA BIKEVE MA BI WE MAYE ?

Hecîyê me yê delal li Wanê li balafirê siwar bû, wê biçe Enqerê. Hecî li teni?ta zilamekî 30-35 salî rûni?t, bi merhebatîyê û nasandinê hinek suhbet kirin. Bû gure gura motora balafirê ku bi hewa bikeve, zilamê  teni?ta hecî ji xiro?îyê, kelecanê  wek karika virnî dilerizî û dihejîya.

    Hecî got: “ Xortê delal, tu çima wilo dilerizî, dihejî ?

    Zilam got: “ Erê wele hecî ez ditirsim

    Hecî got: “ Çima   lo ?

    Zilam bersivand: “  Tirsa min  ew e lê îcar ku balafir bikeve !

    Hecî got: “ Wîîîî, ê dikeve bila bikeve ma qey balafira bavê te ye, tu ketîyî tatêla wê “.

    Zilam got: “ Hecî xwedê ji  te razî, balafir ne ya bavê min e, lê belê ma em hemû tê de ne; ku bikeve  tu  kes nafilite, emê hemû bimirin !

 Tirsek ket zikê hecî, ew jî lerizî werhasil…

Ev mesela komara Tirkiyê (T.C) û ya Sûrî ye. Tirsa têkçûyînê ketiye zikê wan îcar hinek zikmezin û xwedêgiravî serokên Kurdan ji wan bêtir ditirsin ku komar têk biçin. Ê ma bi we maye, hûn çima ji xwe re dikin xem nizanim !?  Dibe ku di nav we de têkilîyek ve?artî/qirêj  heye em ne hayedar in gelo ? Hûn rabûne dibên netewek demokratik, yek al, sînorên neyên guhertin  filan bêvan û qizilqûrt…

    Ma komarên bavê we ne babam ? Têk diçe bila biçe, ezê bibêjim ox çi  xwe?  û çi qenc bû elawekîl…

Kurdistan

About The Author