Oxira wî ya Filitî Quto be

Li ser bextê sîxurên CÎA, FBIû Lotikleaksê be, dibêjin serokê terorîstên dinyayê Ûsama Bîn Ladîn hatiye kujtin û ev tirr jê re nemaye. El Kaîde ya ku hem li Kurdistanê û hem jî li seranserê dinyayê qetla mirovan dikirin, bê serok ma û dibêjin niha wek mirî?ka gêj li wan hatiye.

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin le?kereên Amerîkî „xefika mi?kan“ li ber Ûsama Bîn Ladîn vedabûn û ketibûn kozikê. Gava Ûsama dikeve xefika mi?kan û lingê wî di xefikê de dialiqe, le?kereên Amerîkî bi garankî êrî?î ser wî dikin û heyfa bav û kalan jê hiltînin.

Werhasilî kelam, ev tirr û ev dinya ji Ûsama Bîn Ladîn re jî nema. Rebeno wek mi?kê ku ji ber pisîkê bireve hatibû serê wî û xwe ji xezeba le?kerên Barack Obama diparazt. Lê feleka bêbext darek xist qûna wî jî û bi qerpika stuyê wî girt. El Qaîde li ba?ûrê Kurdistanê jî ketibû xwîna Kurdan û nalet li 101 bavê xwe anîbû.

Axir, Ûsama çû îcar wê kîjan rîhdirêj bibe serokê El Kaîdeyê em jî nizanin.

De aqûbet li Be?ar Esed û Ehmedînejad be jî rebbî…

Erebistan

About The Author