Li ser bextê pêxwas û esrarfiro?ên Amedê be, dibêjin sê partîyên Kurd ên qerase destên xwe dane hev, bi sê telaqên jin û mêr berdanê sûnd xwarine ku ji bo yekîtîyek netewî bixebitin û bi lotikên xwe Tirkiyê bihejînin.
Li gora sîxurên me radigihînin û jinên Amedê li ser tenûran dikin galegal, dibêjin van her sê patîyên qerase li ser heft xalan li hev kiriye û bi Tewrat, Incîl û Qurabê sûnd xwarine ku ji îro û pêde bi hev re bixebitin û lotikên xurt bavêjin derûdorê.
Xalên ku her sê partîyan li ser li hev kiriye ev in cîgerên min. De ka bixwînin bê çi dikeve serê we.
* Amedekirina makzagonek ku nasnameya Kurdan nas dike û mafên xwerêvebirina Kurdan misoger dike,
* Kurdî wek zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin û di qada civakî de bi awayekî serbest bê bikaranîn,
* Kurd bikaribin bi nasnameya xwe ya xweser xwe bi rêxistin bikin û bi awayekî azad tev li pêvajoya siyasî bibin,
* Hemi girtiyên siyasî bên berdan,
* Hêzên mîlîter ên li herêmê û cerdevanî bê rakirin,
* Benda hilbijartinê bê rakirin,
* Divê cînayetên ku di pa?erojê de li dijî Kurdan pêk katine bên ruhnîkirin û hesab ji canîyan bê pirsîn.
De hevkarîya her sê partîyên me li ser xêrê be û xwedê tifaqa Kurdan xira neke rebbî…
Amîn….
Amed