Dîktator nabin demoqrat

 Lawikê Tirk, di kolanên Istembolê de pêrgî keçek qereçî hat. Bêbavê hingî ciwan û bedew bû, kurikê Istembolî, ne bi dilekî, lê bi heft dilan dil ketê. Rabû bi destê keçikê girt, ew bir ji xwe re kir jin, xist qesrekê û çi xwest jî jê re anî, lê bi soza ku keçik êdî li parsê negere û dev ji vê adetê berde. Mehek, du meh derbas bûn, ne bûn. Jinika qereçî ku hînî ger û parsê bû, bû vitvita qûna wê û da lotik û zîtirkan. Istembolîko rojekê dema vedigere malê û derbasî hundir dibe, çi bibîne…jinika wî, nan xistiye pencerên malê û diçe ber kîjan pencerê dibêje: Ka hinek nan bide min! Yanî keçkokê parsê dike, ku hinekî sekeriha xwe bi?kîne. Dema mêrik ew di vî halî de dît, hema bi destên wê girt, ew avêt derve û jê re got: Qiz qereçî xatûn olmaz! Yanî keça qereçî nabe xatûn.

Mebesta min ji vê meselê, ne keçika qereçî ye û ne jî lawikê Istembolî ye, lê min xwest ez lotikekê li der qûna serokê Sûriyê xim, kirasê wî li ser serê wî bigerînim û qûntazî berdim çolê. Erê lo, yanî qa?o devlapûro biryara rakirina rew?a awarte dabû û bi telaqê xwe sond xwaribû û gotibû: Êdî ew zeman çûzulm nemayê ku ji îro pêve tiliya yekî Sûrî bê heq birîndar bike, ezê serê wî li Daraa bihêlim û gewdê wî jî bavêjim Qami?lê.

Bêbavo xuyabû devê wî ti?tek digot û dilê wî ti?kî din digot. Pi?tî biryara tirro bi du rojan, di xwepê?andanên roja înê de, zêdetir ji 150 kesî, bi destên çete û mafyayên devlapûro ?ehîd ketin. Bi tank û topan êrî?î ser xelkê kirin û qû? li wan qetandin, bajarê Daraa dorpêçkirin û bi hovane gule li xelkê re?andin. Ê law, hey min xirrê mêrkê Istembolî di jin û xwehê kiro û yê keça qereçî jî de devê lapûrî kiro, ma ev e rakirina rew?a awarte? Wek berê lê bike ba?tire oxlim! Dibêjin carekê lawkê yekî bi xwe de mîz dikir, rabû çû ba melê ji bo nivi?tekê jêre çêke. Pi?tî nivi?ta melê bi milê lêwik vekirin, rebeno îca rabû bi xwe de gû jî dikir. Dê û bavê wî çûn ba melê û jêre gotin: Mela, em bi qurbana te bin…lawkê me vegerîne qeysa berê em memnûn in heyran! 

Ez bi qesema navê xwedê kim, rejîma Sûrî, kirasê milyaketan li xwe ke û perîkên kevokên a?itîyê bi xwe veke, ew ne dibe demoqrat û ne jî rejîma gel û welat. Jiyan û welatê di bin dest û emrê Çirto (Be?ar) û Virto (Mahir) de bin, gelo wê çi hêvî û xwe?î tê de hebin!

Kurdistan

About The Author