Partice Martin ê Fransiz, berî 10 salan bû misilman û metro û nîvekê rîha xwe dirêj kir. Berî 4 mehan gava bi cîpa xwe ji Colemêrgê diçe ?irnexê, qeze derbas dike û ew roj ev roj e, li cem malbatek Kurd, li mala Cemal Zîrek dijî.
Lê mesela me ne li ser man û nemana wî ye. Mesela me li ser hînbûna wî ya zimanê Kurdî ye.
Partice Martin ku pi?tî misilman bûye navê xwe kiriye Îsmaîl, di nava 4 mehan de xwe hînî Kurdî kiriye û wek bilbil gotinên Kurdî li hev siwar dike. Pi?tî ku cîpa wî bê tamîrkirin, wê Îsmaîlê me berê xwe bide Fransayê welatê bav û kalan.
Îcar siyasetmedarên me hat bîra min. Serok û rêberên ku qa?o îro li ser navê Kurdan siyasetê dikin, nikarin wek Partice Martin jî serê xwe bi Kurdî re bê?înin û xwedî li zimanê xwe derkevin.
Partice Martin ê Fransiz di nav 4 mehan de Kurdî hîn bû.
Û serok û siyasetmedarên me?
Bi telaq ew di nava hezar salî de jî hîn nabin canim. Ma go hezkirin û evîna Kurdî bi wan re tunebe, wê qîmetê pîvazekê jî bidin zimanê xwe, na!
Bijî Îsmaîl Partice Martin!
Bela siyasetmedarên me ji te ?erm û fedî bikin û hew…
Colemêrg