Cafer Solgûn tirrê ji Kemalîzmê berdide

Nivîskarê Elewî Cafer Solgûn, yek ji wan nivîskara ye ku tirrê ji Kemalîzmê berdide û bi pênûsa xwe îmana Mistoyê kor teneke dike. Cafer Solgûn, di pirtûka xwe de (Bi Kemalîzmê re ezmûna Elewîyan) balê dik?îne ser pirsgirêka Elewî û Kurdan û dibêje ku “Elewî û hinek Kurd bi salan e bi Kemalîzmê tên xapandin û ji Kemalîzma qûnek re bûne wek mertalek hesinî”.

Cafer Solgûn, bi sê telaqan sûnd dixwe ku qetlîama Dersimê bi biryara Mistoyê Selanîkî pêk hatiye û Mistoyê kor di sala 1936 an de, di meclîsê de axivîye û gotiye ku “Pirsgirêka me ya herî girîng pirsgirêka Dersimê ye. Divê ev pirsgirêk ji kokê de bê helkirin” û fermana qirkirina Dersimê daye.

Caferê me daye bin dûvê serokê CHP gundî Kemal jî û dibêje ku “Ew hacûc newêrek û tirsonekekî dera han e, hem Elewî ye û hem jî bi eslê xwe Kurd e. Lê ziravê mirî?kekê jî pê re tuneye. Bi guhertina serokan CHP nayê guhertin, Kemalo jî nikare tu lotikên ba? bavêje” û hespê xwe ajotiye.

Axir, rastî ew e ku Elewî û gellek ji Kurdên me bûne dergevan û bekçîyên Kemalîzma qûnek û bi salan e xulamtîya dijminên xwe dikin. Wê kengî ew xwelîser ji xewa giran ?iyar bibin nizanim, lê ez zanim ku heta ker ev ker bin wê Tirk jî her kurtankir bin.

About The Author