BÊ TIRS BIXWIN EMÊ DI BÊVILA WE RE BÎNIN

 Meha rojîya Remezanê bû, Xîyo bi hevalên xwe re kete lîstokê, westîya (betilî) û birçî bû. Hate malê firaqek tije mast kir û nanê tenûrê hilanî kete bin lihêfekê, di bin lihêfê de zikê xwe têr dikir. Dêya wî Pero hat bala xwe dayê wa ye li navenda a?xanê lihêfek carcaran dilibe, di bin de ti?tek dibe.           

     Hema hestîfa tenûrê hilda û bi hêz yek lêda, qêrîn bi Xîyo ket, bi serê xwe girt  ji bin lihêfê revî.

Dêya wî got: “ Wîî ez bi qurban lawo tu bû min nizanibû!  Te wisa bi dizî çi dikir ?

Xîyo him digirî him jî got: “ Min çi dikir ? Birçî bibûm, min ji xwedê ve?artî zikê xwe têr dikir lê te di pozê (bêfil) min re anî

 Dêya wî got: “ Kurê  min, ma qey xweda di bin lihêfê de nabîne, tu kê dixapînî. “  

Werhasil…

    Îro jî hinek giregir ji gel ve?artî bi ît (seg) û mît’an re Kurdistanê ji ?ert û mercên Peymana Lozanê xerabtir pê?kê?î dewletên dagirker dikin. Ma yeke wek xaltîka Pero tune hestîfek li nava serê wan bixe, di bêvila wan re bîne der !  

Kurdistan

About The Author