Kasetên Lotikxanê di rê de ne!

Gelî lotikvanan, wek hûn ji me çêtir zanin û ji me nêztir di?opînin, êdî kaset bûne mode. Kî bixwaze kê ji ber xwe bide alî kasetekê ji kîsê xwe jê re çêdike û oxira wî dike oxira xêrê û jê re dibêje bye bye.

Niha li Tirkiye modeya kasetan heye. Pê?î bi Baykalo ev mode dest pê kir û bi MHPê jî berdewama wê hat. Armanca van kasetan diyar e û bi serê me jî neketiye. Kî çi dike bila bike, lê em jî zanin bê em çi dikin û em ê çawa li kerê xwe siwar bibin! Çawa me behsa ker kir wekî ku, hin xwendevanên me ji xwe bikevin ?ikê û dev ji xwendina vê nivîsê berdin. Lê netirsin kera me ne ew kera hûn pê zanin e û kasetên me jî, ji xwe ne li ser wê mijara hûn ji bin xwe ?ilin e!

Pi?tî van gotinan em werin ser mijarê û ji were bêjin. ?a? fahm nekin lê lotikxane jî bi karê kasetan re mijûl e û çend kasetên qerase her tim li ber destê xwe dihêle. Çi dibe çi nabe, hema we dît rojekê bi kêra me jî hatin ev kaset. Lê em nizanin gelo wê ev kasetên me yên ku, him berî him jî pi?tî zayînê çend caran dûbare li ser hev hatine tomarkirin, wê li ser vîdyolêderên niha bixebitin yan nexebitin ev jî mijara guman û ?ikê ye.

Lê vê ba? zanibin ku, armanca lotikxanê ne tehdîta kesan û daxistina kesan ji kar e. Lotikxane ji mêj ve ye ku, ev kasetên xwe bi teknolojiya herî kevnar tomarkirine û li bin hi?ê kurd û kurdewaran ve?artine ta ku roja wê were. Niha ji ber ku naxwaze bandora van kasetan bi awayekî neyînî li ser hilbijartinan bibe û bloka hilbijartinê jihevdu bifeli?e kasetên xwe belav nake. Dîsa jî li keysa xwe digere û hema we dît ji ni?ka ve ev kaset ketin piyasê jî!…

Em karin soz bidin xwendevan û tema?evanên lotikxanê ku, ev kasetên em qala wan dikin dema werin we?andin, wê bandorê li ser bi milyonan kesan bikin û heta bênamûsiya ku hûnê di van kasetên bi teknolojiya herî kevnar hatine tomarkirin de bibînin, wê bihêle ku hûn ji xwe û sed bavê xwe jî fedî bikin.

Em li ser navê nermik û germikên lotikxanê sond dixwin ku, wê ev kasetên me yên ji çar hêlan ve hatine tomarkirin, hi? û aqilê xwediyê kasetan serobinî hev bike û serê wan bixe bin dawa jina wan! Heta dibe ku, xwediyên kasetan bêhi? bikevin û em jî ji vê bêhi?iyê sûde wergirin û heyfa wê bênamûsiyê jî ji wan hilînin.

Gelî lotikvanan qet di feysgu mesguyan de, li benda belavkirina kasetên me nesekinin. Ji xwe berî hilbijartinan we?andina kasetan jî qet ne karê me ye. Ê me karê me pi?tî hilbijartinan e. Ev kaset jî ji xwe pi?tî hilbijartinan wê bên belav kirin. Lê ne bi rêya înternetê…

Em ê kasetên lotikxanê li ser pi?ta kera ku me li jor ba? behsa wê nekiribû belav bikin. Em ê kera xwe ya reben û belengaz bi barê kasetan bajar bajar, kolan kolan, tax tax û heta mal mal bigerînin, da ku wê bênamûsiya ji çar hêlan ve hatiye kirin û di binhi?iya me de jî pirî caran hatiye jibîrkirin ji raya gi?tî re ayan û beyan bikin.

Êdî bila xwendevanên me yên zîrek bizanin bê ev kaset yên çi ne û bandora wan jî wê çi be?

About The Author