Kurdên Sûriyê yên reben man bê cih û war û kefen….

Xwelîserên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê li ber koçberên Sûriyê nagirin, lê dibêje vê carê nabe bimînin û daxwaza kar û cihê mayîn û îqame û nizanim çi û çi û çi…. bikin…!!!!

Hey lê lê û hey lo lo…..yê ku bibhîze, Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistanê di nav gul û rîhanan de ne û kêf kêfa wan e…!!!

Nizanê ku ew bê îqame ne û ji ber vê bê kar in û her roj 100 carî…..dixwin û xweliyê li serê xwe dikin ku hatine herêma Kurdistanê…

Qey feqîr û xwelîserên hikûmeta ba?ûrê Kurdistanê ji bîr kirine dema ku di salên 1990 Kurdên Sûriyê hinbêza xwe ji hezaran penaberên wan re vekirin û xwedî kirin û mal û milkên xwe xistin bin xizmeta wan de.

Ez nizanim bê Kurdên Sûriyê çi li serê hikûmet Herêma Kurdistanê kirine heta wilo dijminatiya wan dike, gelo me pariyê ber devê wan xwariye??? An jî me pariyê ber devê zarokên xwe daye wan…!!!!

Ev ti?tên ecêb ku karbidestên hikûmeta herêmê bi serê Kurdên Sûriyê dike, dijmin jî wiha nake…

Kengî em ê xwedî li hev derkevin looooooooooooooo….

ev çend salên deriyê kar li pê?iya belengaz û perî?anên Kurdên Sûriyê vebûye da werin ba?ûrê Kurdistanê û kar bikin…em dibêjin kar bikin û bi keda xwe, xwe xweyî bikin…ne têkevin bin rehmeta Fayîqê serkeçel û yên wek wî…

Yan jî xwe dexîlî yên wek por spiyê Bedrê û qonektiyê jê re bike (em hemû dizanin bê ew kî ye û çi kiriye û niha I dike), yan xwediyê guzlik Mistê (yê ku tenê 11 mehan bi xeletî bûye sikrtêrê PDK.S), yanî nûnerên partiyên din ên xwelî ser wek Erebo…Bavê Sabirko..?emdînko…Baqîko…da pi?tgirî û tayîda wî bikin  û îqamê bistînin….

Ji ber ku hikûmeta wê herêmê êdî îqameyan jî nema dide Kurdên Sûriyê û rê li pê?iya wan giritiye ku werin (dibêjin yek li Kobanê heye bi 60 hezarê Sûriyê karê xelkê ji Sûrî bîne nav herêmê bê ku kes karibe pê re biaxive), ne tenê ev, belkî gihaye wî hedî ku îqameya hew dide xwendekarên ku zanîngehên Herêma Kurdistanê temam dikin û dibêje wan “vegerin welatê xwe, va me we bi xwendin da û cihê we li vir nemaye”…!!!!!!!!

Win bi xwedayê xwe bikin, ev gotin ya ku bira ji birayê xwe re bêje…welah dijmin ji dijminê xwe wilo nabêje…

Lê pirsek di vi re de xwe hildik?îne, gelo heya malbata Barzaniyê nemir (ku Kurdên Sûriyê wan wek xwedayekî ji xwe re dibînin û bi gelek xebat û berxewdan û qurbanî li ser rêbaza wan dane) ji van ti?tên ku di bin desthilatdariya wan bi serê Kurdên Sûriyê tê, heye…!!!????

Eger tune be…divê van kesên muhasebe bike û lêborînê ji Kurdên Sûriyê bixwaze…û ji xwe eger heya wan jê hebe…wek ereb dibêjin musîbet mezintir e….!!!!!!

Em dîsan vedigerine ser daxuyaniya Fayîqê qaf rût û serzelût…Xwelîser Fayîq Tewfîq Wekîlê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji AKnewsê re got:

“Me rêgirî li kesî nekiriye û me kes jî venegerandiye, lê ev nayê wê maneyê ku em hana xelk didin. Em rê nî?anî kesî nakin û jê re nabêjin wiha bikin ku werin herêma Kurdistanê û kesên têkder bikevin nav wan çimkî merc nîne hemû kesên ku koçber dibin, xelkê ba? bin.”

Qaf zelûtû gotina xwe wiha dikemilîne, “Berê jî xelkê koçber hebûye û pena birine ber herêma Kurdistanê lê vê carê nabe bimînin û daxwaza kar û cihê ni?tecihbûnê bikin.”

Wey 100 hezar carî xwelî li serê me Kurdan…ma berê xwelî li serê Kurdên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê bûye, îcar kî dixwaze dîsan xweliyê li serê xwe bike û mineta qaf rûtê Fayîq û wezareta û hikûmeta wî tehmul bike û berê xwe bide sînorê wê herêmê…

?îreta min ji Kurdên me yê Sûriyê re ew e ku bila li warê xwe bi fî?ekên dijmin bimirin û bila mineta hikûmeta herêma Kurdistanê û xwelîserên li wri neke stûyê xwe…

Bi hêviya ku di demek herî zû de…Be?ar Esedê guh bel û qirik dirêj ji ser dika desthilatê bikeve…da rebenên me yên Kurdên Sûriyê bi hewcetî yên wek Fayîqê qaf rûtik û hikûmeta wî nebin….

Xwelîserekî Kurdên Sûriyê

Kurdistana Iraqê

About The Author