Kurd misilman in û AKPê jî bi fatîheyan di?înin!

Xebatên Hilbijartina 12ê Hezîranê bi gotegot û galegalên Kasimpa?alî Recebê ku, misilmantiya Kurdan kire mijara niqa?ê bi dawî bû. Ba? diyar bû ku, wê AKP di dayîna mafên Kurdan de dudilî be, heta wê bixwaze bi rêbazên kevneperest û dijmirovane li çareyan jî bigere. Lê belê niha lotikên kurdan jî ?idiyayî ne û çav li rê ye pi?tî hilbijartinê Kasimpa?alî Receb gunê gunikre?ên Kurd jî balêse!

Elhemdulillah vê carê tifaqa kurdan heye û Xwedê bê erê pir nêzîke bi serkeftinekê ev tifaq bê xemilandin. Gelê Kurdistanê jî ji niha ve xwe ji vê serkeftinê re amade dike û li gor saloxan; wê ji bo Kasimpa?alî Receb Konên Bêîtaetiya Sivîl ên ?înê bên vekirin. Pi?tî hilbijartinê heta mehekê jî wê kurd ji bo Kasimpa?alî Receb ligel weaz û xutbeyên Kurdî Fatîheyan bixwînin û jê re bêjin oxir be ji te re!

Em ji niha ve dibêjin ji rûhê AKPê û Kasimpa?alî Recebê ku li ser nijadperestî û xwînrijiyê siyasetê dike re El-Fatîhe…

About The Author