Texmînên xaltîka Fatê

Belê, dengdanên hilbijartina Tirkiyê û bakurê Kurdistanê îro bi dawî dibe û hema bêjin encam jî kêm zêde eşkere bûne.

Di vê derbarê de Kasimpaşalî Receb û partîya wî AKP wek gayê nav garanê partîyê din dan ber poş û qiloçan û qûn li wan qetand. Kasimpaşalî Receb ket deftera rekoran û sê caran li ser hev dengên xwe zêde dike û wê bibe hikûmet. Wê Kasimpaşalî Receb serokwezîrtîya xwe bidomîne û dîsa wek demên berê bide lotik û çîrvîrkan.

Di vê derbarê de pispora sererd û binerd xaltîka me Fatê, texmînên xwe anîn zimên û çend falên qereçîyê vekirin.

Li gora texmîna xaltîka me Fatê, wê AKP û Kasimpaşalî Receb bibe partîya yekemîn û texmînen 330  wekîlan derxe, wê CHP û serokê wê gundî Kemal 130 -140 wekîlan derxe, wê MHP û serokê wê Bahçelî Devlet 50-54 wekîlan derxe û wê BDP jî 30 – 36 namzetên serbixwe bişîne meclîsa dewleta virqo.

Pispora dinya û axretê xaltîka me Fatê, bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd dixwe ku wê ev namzetên ku navê wan li jêr nivîsandiye di meclîsa virqo de sûnda kafirkî bixwin û ling bavêjin ser ling.

Kesên ku li gora texmîna xaltîka me wê têkevin meclîsê ev in:

Sebahat Tuncel îstanbul)
Sirr? Süreyya Önder îstanbul)
Abdullah Levent Tüzel (îstanbul)
Murat Bozlak (Adana)
Halil Aksoy (Agirî)
Îdris Balüken (Bingöl)
Hüsamettin Zenderlioglu (Bitlis)
Leyla Zana (Diyarbakir)
Hatip Dicle (Diyarbakir)
Emine Ayna (Diyarbakir)
Altan Tan (Diyarbakir)
Nursel Aydogan (Diyarbakir)
?erafettin Elçi (Diyarbak?r)
Ertu?rul Kürkçü (Mersin)
Selahattin Demirta? (Hakkari)
Adil Kurt (Hakkari)
Esat Canan (Hakkari)
Mülkiye Birtane (Kars)
Ahmet Türk (Mardin)
Gülseren Yildirim (Mardin)
Erol Dora (Mardin)
Demir Çelik (Muş)
Sirri Sakik (Muş)
Gültan Kişanak (Siirt)
Îbrahim Binici (Şanli Urfa)
Îbrahim Ayhan (Şanli Urfa)
Kemal Aktaş (Van)
Aysel Tugluk (Van)
Özdal Üçer (Van)
Nazmi Gür (Van)
Ayla Akat Ata (Batman)
Bengi Yildiz (Batman)
Faysal Sariyildiz (Şirnak)
Selma Irmak (Şirnak)
Hasip Kaplan (Şirnak)
Pervin Buldan (Igdir

Werhasilî kelam, em ji niha ve namzetên BDP pîroz dikin û çavên wan radimîsin. Lê ku wê sûnda nîjadperest nexwînin û meclîsê bikin wek garana gund, emê zêdetir çavên wan ramîsin û wan pîroz bikin.

Ê de serketin ji we re yabo qurban….

About The Author