Min bibe ey têla tilsima sazê cergê min,
li Geliyê Beraza bigerîne,
li nav pêlên Behra Wanê
bi avên Mûnzûra sor
heviyên talankirî derxîne,
ji berxên qurbankirî
?evbihêrkên bêbextiyê vebêje,
dîrokeke zelal çêke ji zarokên min re,
heyhat ev ne giriya min bû,
ev ne solên keça cîrana ji Hozatê,
ev ne desmala Axçîka Ermen,
ev ne ?eyê bi eynika malê Entabê,
di keziyên Dîlbera Dêrsimê de
bi xwînê maye…
Hey tenbûr,
eger dikarî ?îneke bêdawî biafirîne
û hezaran car min têxe axa wî welatî
min bide jiyandin,
eger nikarî destê xwe ji min veke,
dixwezim bêdeng û bê qelebalixî bimrim…
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye